Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 30 hezar û 543

Li gor Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, di roja 150`an a şerê li Xezayê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 30 hezar û 543 kes û 71 hezar û 920 jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezayê, bilançoya rojane ya windahiyan parve kir. Wezaretê, diyar kir ku di 24 saetên dawîn de Îsraîlê 13 komkujî li dijî gelê li Xezayê kirine û di encamê de 124 kes hatine kuştin û 210 kes jî birîndar bûne. Her wiha wezaretê, diyar kir ku ji 7`ê Cotmehê vir ve 30 hezar û 534 kes jiyana xwe ji dest dane û 71 hezar û 920 jî birîndar bûne.

Ajanseke nûçeyan a Filistînê, ragihand ku Îsraîlê malek li Refahê topbaran kiriye û di encamê de kuştî û birîndar hene.

Ajansê, da zanîn ku di wê êrişê de herî kêm 7 kes hatine kuştin û artêşa Îsraîlê malek li herêma Tirens a kampa Ciblaya ya bakurê Xezayê bombebaran kiriye.

Hizbullahê Lubnanê jî ragihand ku dema  yekîneyeke Îsraîlê hewl dida bikeve herêma geliyê Qetmûn ê başûrê Lubnanê hêzên wan bi moşekan bersiv daye.

Hizbullahê, di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku wê baregeha Zerît ê Îsraîlê topbaran kiriye.