Ji DFG Û MKG’ê daxuyaniya hevpar: Demildest rojnamegeran berdin

DFG û MKG’ê, xwestin rojnamegerên ku dema çalakiyên li Wanê dişopandin hatin binçavkirin demildest bên berdan û ev bang kir: “Her wiha divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî êriş, muameleya nebaş a li dijî rojnamegeran daxuyaniya nivîskî dan. Di demên dawî de ji ber mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan li Wanê nehat dayin çalakiyên şermezarkirinê dest pê kirên. Di van çalakiyan de bi taybetî rojnameger bûn hedef. MKG û DFG'ê di daxuyaniya der barê mijarê de banga berdana rojnamegeran kirin û wiha hat gotin: "Divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger werin berdan. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li dijî wan hat kirin, hatin binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbasbûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan.

‘Rojnameger hedef hatin nîşandan’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Rejîma AKP-MHP'ê ya zextkar, di her bûyera civakî de tundiyê li rojnamegeran dike. Rejîma AKP-MHP'ê ev tundî kiriye weke adetekê. Desthilatdariya ku tevî hemû hewldanên xwe nikare rastiyan veşêre, ji aliyê êrişa li ser xebatkarên çapemeneniya azad ên di warê ragihandina rastiyê de bi biryar in,  paşve nasekine. Hema bibêje di her bûyera civakî de vê yekê dubare dike. Hevalên me yên li qadê rasterast dike hedef û bi vê re dibe sedem ku êrişê bi destên polîsên xwe pêk bîne. Polîsên îqtîdarê li qadan li rojnamegeran didin.

Herî dawî piştî hewldana xespa îradeyê ya li Wanê rojnamegeran çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî xespkirina îradeyê şopandin û li vir jî bi heman êrişê re rû bi rû man. Gelek hevalên me bûn hedef. Rojnameger bûn hedefa bombeyên gazê û guleyên plastîk. Hinek bi tundiya polîsan re rû bi rû man, polîsan bi zorê dîmenên rojnamegeran kişandibûn, jê birin. Li Wanê û li Stenbolê hevalên me yên rojnameger hatin binçavkirin.

‘4 rojnameger jî hê di bin çavan de ne’

Li Wan û Stenbolê di xwepêşandanên ji bo piştevaniyê de rojnamegerên geşedanên dawî li cihê wê dişopandin dîsa bûn hedefa polîsan. Li Wanê nûçegihana NûJinhayê Medîne Mamedoglu hat binçavkirin û piştre hat berdan. Li Esenyurta Stenbolê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgîn, nûçegîhana Ajansa Pir Haber (PÎRHA) Dîlan Şimşek, nûçegîhana Rojnameya Yenî Yaşamê  Sema Korkmaz, nûçegîhana Arti Gerçekê Muzeyyen Yuce û li Kadikoyê jî nûçegihana Siyasî Haber.Org Zilan Azad û Yeşîm Dokur dema çalakiya jinan a ji bo piştevaniya Wanê dişopandin hatin binaçavkirin. Zîlan Azad û Yeşîm Dokur hatin berdan. 4 rojnameger jî hê di bin çavan de ne û tê payin îro derkevin edliyeyê.

Dîmenên binçavkirina rojnamegeran ket rojeva raya giştî. Ji aliyê gelek polîsan ve tundî li wan hatin kirin û hatin binçavkirin. Ji vana yek jê jî nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Ferhat Sezgîn e. Polîsan îşkence li Ferhat Sezgîn kirin û pozê wî şikandin. Hevalên me yên rojnameger ên din jî di dema binçavkirinê de bi tundiyê rû bi rû man.

‘Divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê derkeve’

Ev rewş me dixe nava fikaran û me bi hêrs dike. Rasterast ewlehiya canê hevalên me dikeve nava talûkeyê. Lê belê divê polîs û leşkerên li wir di destpêkê de ji bo ewlehiya canê hevalên me hewl bidin. Lê belê polîs û leşker bi awayekî bêperwa êrişî hevalên me yên rojnameger dikin. Polîtîkayên bêcezahiştinê, polîsan kirine mîna amûrên îşkenceyê. Li kolanan lêdana bi armanca kuştina mirovan heye û kes ji vê yekê re nabêje bisekine. Lê belê em vê yekê qebûl nakin. Ev tundiya polîs û leşkeran derbeya herî mezin a li hemberî azadiya çapemeniyê ye. Îqtîdar û polîsên di bin fermana îqtîdarê de divê demildest dev ji van êrişan berdin û ji bo ewlehiya canê rojnamegeran hewl bidin. Her wiha divê her kes xwedî li kedkarên çapemeniyê yên dibin deng, guh û çavên gel, derkeve. Divê rojnameger di nava destên îşkencekaran de neyên hiştin. Em ji bo hevalên xwe yên rojnameger ên êriş li wan hatine kirin, hatine binçavkirin û birîndar bûn dibêjin derbasbûyî be. Em daxwaz dikin ku hevalên me yên rojnameger demildest bên berdan. "