Li Washingtonê bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê meşiyan

Bi hezaran jin ji bo mafê kurtajê li parqa nêzî mehkemeya bilind ya ABD’ê meş û miting li darxistin û dirûşma ‘Kurtaj xizmetek ya tendirustiyê ye’ berz kirin.

Navenda Nûçeyan - Jin ji bo mafê kurtajê di her firsendê de dadikevin qadan û çalakiyan lidar dixin. Bi hezaran jinên ji eyaletên Teksas, Bakûrê Karolîna û Ohio li parqa Capitol Hill ya nêzî mehkemeya bilind ya ABD’ê li hev kom bûn û ji bo mafê kurtajê meşek lidar xistin. Di meşê de dirûşmeyên ‘Kurtaj xizmetek ya tendirûstiyê ye’, ‘Pêlên jinan bilind dibin’ berz kirin û panqartên li dijî yasaya kurtajê bilind kirin. Jin ji bo hilbijartinên kongreyê yê meha were dê bê lidarxistin, piştgiriya xwe ya ji bo berendamên ku mafê kurtajê di parêze diyar kirin. Ji bo meş û mitîngê li parqa Floger ji bo performansa muzîk û axaftvanan dikek mezin ava kirin.

“Dengê me nayê bihistin”

Imari Reynolds ku ji Houston bejdarî meşê bûye wiha got: “Bi rastî dengê me li Teksasê nayê bihistin, ev bangek lezgîn ya alîkariyê ye. Ev bang ji bo ew mirovên weke min ku di jiyana rastî de encamên wê heye, êdî ji bo mafê tendîrûstî û zêdebûnê ku tiştek wisa hêsan em nadin ber çavan weke sûc were ditîn.”

“Em ji bo mafê xwe bi dest bixin li vir in”

Staci Lee ku ji Ohio hatiye bejdarî meş û mitingê bûye helwesta xwe wiha anî ziman: “Îro ji bo mafê xwe bi dest bixim, li vir im. Ger hikumet bixwaze jinan ji bo zarok anînê zorê lê bike, wê demê divê hikumet ji bo wan zarokan beriya were dinê lênêrin û mesrefa ji dayîkbûnê û bi kurtasî hemû mesrefa wan dabîn bike, xal...”

Werger: NuJINHA