Roja 581’emîn: Du bersûcên hatibûn girtin hatin berdan!

Hate hînbûn ku roja 581’emîn a Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar de, Muslum Yildiz û Îbrahîm Şîmşek ên di dosyaya komkujiyê ya li nexweşxaneyê de, ji ber “ji holê rakirina delîlan” hatibûn girtin, hatine berdan.

Riha - Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku 14'ê Hezîrana 2018'an di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û du kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, ket roja xwe ya 581’emîn. Dayik û kurê wê di saetên serê sibê de hatin ber edliyeyê li qada ku weke “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” tê zanîn û hefteyeke ji aliyê polîsan ve bi barîkatên hesin hatiye dorpêçkirin û dest bi nobeta xwe kirin. Ferît Şenyaşar kaxizên li ser “Edalet” dinivîsî bi bariyerên hesin ên polîsan ve daleqand. 

Der barê du kesan de biryara berdanê hat dayîn

Komkujiyên ku malbata Şenyaşar di 14’ê hezîrana 2021’an de pê re rûbirû mabûn, tevî ku heman roj û dewama wê jî bû weke cihê kar û nexweşxaneyê kiribûn du perçe. Di encama rayagiştî piştî 4 salan di dosyaya nexweşxaneyê ku nepenîtî hêj dewam dike, keke Îbrahîm Halîl Yildiz, Celal Yildiz jî di nav de 4 kes hatibûn girtin. Hate hînbûn ku 2 kesên ku di 2’yê nîsana 2021’an de hatibûn girtin hatine berdan. Biraziyê Yildiz ê AKP’î Osman Şah Yildiz li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ragihand ku Muslum Yildiz û Îbrahîm Şîmşek ên ji ber “ji holê rakirina delîlan” hatibûn girtin, hatin berdan. 

“Me xwest bi serdozger re hevdîtinê bikin, bersiva wê bariyer bûn” 

Malbatê li ser hesaba xwe ya medyayê Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag û Waliyê Rihayê Salîh Ayhan etîket kir û ev parvekirin kir: “Edliyaya Rihayê girêdayî Wezareta Edaletê ye? Ya rastî Riha girêdayî Komara Tirkiyeyê ye? 581 roj in em li ber deriyê edliyeyê disekinin. Me xwest bi serdozger re hevdîtinê bikin, bersiva wê bûn bariyer. Rojên ku kesên bûne hevkarê vê bêhiqûqiyê bên darizandin nêz in.”