Li Edenê polîsan jinek ducanî derb kir

Li navçeya Yuregîra Edeneyê ji ber hilbijartinên muxtartiyê di navbera du koman de şer derket polîsên ku bi xaza îsotê û copan mudaxeleyî bûyerê kirin, jineke ducanî derb kirin.

Navenda Nûçeyan- Li taxa Yamaçliya navçeya Yuregîra Edeneyê ji ber hilbijartinên muxtariyê di navbera du koman de şer derket. Polîsên ku bi xaza îsotê û copan mudaxeleyî bûyerê kirin, jineke ducanî jî derb kirin. Dîmenê tundiya polîsan ku li kolanê pêk hat, ji aliyê hemwelatiyek ve hat qeydkirin.

Dîmenê tundiya polîsan hat kişandin

Di dîmenan de tê dîtin ku bi dehan polîsan mudaxeleyê du koman dikin, tevî jinek dikeve erdê jî hem jin hem jî mêrên ku xwe ji bo jinê dikin mertal hatin derbkirin. Kêliyên ku welatî dîmenan qeyd dike de gotinên polîs ên ku dibêje; “Bigre telofonê lawo. Tu çi dikşînî lawo” tê bihîstin.

Kesên tevli şer bûne piştre hatine binçavkirin û hat zanîn ku jina di nava kolanê de rastî tundiya polîsan hatiye, piştî bûyerê ji ber tundiya dîtiye rakirine nexweşxaneyê. Lê belê têkildarî rewşa tenduristiya jina ducanî tu agahî nehat girtin.

Endamên DEM Partiyê jî rastî tundiyê hatin

Piştî ku li Wanê hewldana xespkirina îradeya gel rû da, Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Edeneyê xwest daxuyanî bide. Tevî hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr, gelek kes rastî tundiya polîsan hatin. Her wiha li navçeya Seyhanê jî dema ku du ciwan di navbera xwe de sohbet dikirin û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan rexne dikirin jî ji aliyê polîsan ve hatine sekinandin û piştre di nava kolanê de rastî tundiya polîsan hatin.