Li Tûnisê li ser xetereyên şîdeta dîjîtal perwerdê hat dayîn

Li Tûnisê jinan li ser xetereyên şîdeta dîjîtal a li ser jinan perwerde hat dayîn.

Tûnis – Zêdetirî ji sedê 80 ji jinên Tûnisê li ser medyaya dijîtal rastî şîdeta dîjîtal tên. Li Tûnisê kursek perwerdehiyê ji bo perwerdekirina jinan li ser xetereyên şîdeta dîjîtal ji aliyê UN Women hat lidarxistin. Ji Tûnis û Lîbyayê 30 çalakvanên jin beşdarê kursê bûn.

Nûnera UN Women li Tûnis û Lîbyayê, Begonia Lazagbaster, bal kişand ser girîngiya berxwedanê li hember diyardeya şîdeta dijîtal a li dijî jinan û bilindkirina hişmendiyê li ser hewcedariya çêkirina çarçoveyên qanûnî ji bo sînordarkirina belavkirina her cure wê li ser torên dijîtal.

Armanca kursê pêşxistina kapasîteyên jinên ji gelek herêmên Tûnis û Lîbyayê ye ji bo çareserkirina şîdeta dîjîtal.