Gelê kantona Hesekê li dijî êrişan bi ser baregeha koalîsyonê ve meşiyan

Bi armanca şermezarkirina bêdengiya hêzên koalîsyonê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk a li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, gelê Kantona Hesekê bi ser baregeha koalîsyonê ve meşiyan û gotin: “Ger hûn bi erka xwe ranebin tu karê we li vir nîne”.

Hesekê – Li gel gefên serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan, piştî hevdîtina wê bi Rusyayê re ya di 5’ê mehê de pêk hat, êrişên dewleta tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir bû. Delweta tirk a dagirker bi riya qada hewayî gelê hedef digre û komkujiyan pêk tîne.

Li dijî êrişên dewleta tirk a bi taybetî di rojên dawiyê de bê navber gundên li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê bombebarankirin, bi hezaran şêniyên kantona Hesekê meşeke girseyî lidarxistin. Girsêya ku bi hêrsa li dijî êriş û komkujiyên ku dewleta tirk pêk tîne herikîn qadan bi ser baregeha koalîsyonê ve meşiyan. Çalakvanên meşê alên Kongra Star, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa “Hûn hevalbendên qirkeran e, na ji vekirina qada hawayî re, bijî berxwedan, na ji dagirkerî re” hildan.

Meş li ber çarxereya Şehîd Ezîz a taxa Xweran dest pê kir û li ber barageha koalîsyonê veguherî mitîngê.

Şêniyên kantonê ku gihiştin ber deriyê baragehê, rûxmê astengkirinan jî sînoran derbas kirin û derbasî gel hêzên koalîsyonê bûn û banga girtina qada hawayî kirin.

Li baregeha koalîsyonê ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star Nida Salih ve daxuyanî hat xwendin.

 “Tirkiyê bi êrîşên xwe dixwaze DAIŞ’ê zindî bike”

Nida Salih êrişên dewleta tirk a li ser heremê weke hewldanên zindîkirina DAIŞ’ê nirxand û wiha got: “Êrîşên dewleta tirk a li ser gelê me êrîşekî li dijî pîvanên mirovahiyê ye. Êrîş hemû pêkhateyên herêmên hedef digre, ji zarokê nû çavê xwe li cihanê vedike heya kalê 100 salî. Dewleta tirk bi van êrîşan rê dide çeteyên DAIŞ’ ê ku nû zindî bibin û belav bibin. Armancê yekemîn ji van êrîşan ku desthildariya Osmanî zindî bike û derbeyek li pirojeya Netewa Demokratîk bixe. Vekirina qada hewayî, rê li ber komkujiî û qetlaman vekirin e. Bêdengiya hêzên koalîsyonê şermezar dikin û ev bêdengî tê wateya ku hevalbendê van êrîşan e. Tu kes nikare vîna me bişîne, ji bo azadiya hemû gelan em ê heya dawî li ber xwe bidin û rê nedin dijmin xaka me dagir bike.”

“Heger hun bi erkê xwe ranabin hebûna we ya li ser xaka me ji bo çi ye?”

Piştî daxuyaniyê şandeyek derbasî gel hêzên koalîsyonê bûn. Piştî derketina şandeyê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Mistefa Ehmed têkildarî bersiva hêzên koalîsyonê wiha got: “Em niha bi navê gelê xwe derbasî hindûr bûn, me hemû daxwazên gel gihand wan û me ji wan re got ku heya niha çima qada hewayî vekirî ye? Çima li ber êrîşan bêdengî heye? Eger hun bi erkê xwe ranabin hebûna we ji bo çiye? Rêveberî soza gihandina dengê gel ji rêvberiyên xwe yên giştî da.”

Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedan”, “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.