Li Tûnisê kujerê jina ciwan di tirenê de qetilkirî hat girtin
Tîma Lêkolîn û Teftîşê ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê kujerê jina ciwan a ku di tirenê de qetilkirî girtin.

Tûnis – Wezareta Navxweyî ya Tûnisê ragihand ku Tîma Lêkolîn û Teftîşê ya Parastina Neteweyî ya Tûnisê kujerê jina ciwan a ku di tirenê de hate qetilkirin girtin. Wezaretê da zanîn ku piştî lêpirsînê kujer îtraf kir ku wî bi qestî çentê wê ji destê wê revandiye û ev yek bû sedema ji tirenê bikeve û di bin dolabê wê de derbas dibe û jiyana xwe ji dest bide.
Tîma Lêkolîn û Teftîşê ya Parastina Neteweyî 2 kesên din jî ku kujer veşartibûn û alîkariya wî kiribûn ku bireve, binçav kirin.