Li Tirkiyeyê qirkirina siyasî: Zêdeyî 80 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan a li Mêrsîn, Tekîrdag, Çanakkale, Edîrne, Enqere û Mêrdînê de, siyasetmedrên HDP’ê û BDP’ê jî di nav de zêdeyî 80 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Di serdegirtinên malan a li gelek bajaran hat pêkanîn de gelek kes hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi îdiaya parvekirinên medyaya dîjîtal û pere şandina ji girtiyan re ya bi ser Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (Çûkûrova TÛAY-DER) lêpirsin da dest pê kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku der barê 28 kes de biryara girtine hat dayîn de, polîsan di saetên serê sibê de li Mêrsîn, Enqere, Antalya, Edene û Îzmîrê bi ser gelek navnîşanan de girtin. Di binçavkirinan de deriyên malan hatin şikandin. Hate hînbûn ku di serdegirtinan de heta niha 24 kes hatine binçavkirin. Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye:

 “Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Îzmîrê Delal Akyuz û Hevserokê HDP’a Yenîşehîrê Îbrahîm Kaylan, Serokê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Emrah Denîz, rêveberê HDP’ê Devrîm Aydin, rêveberên DBP’ê Kadrî Ezel, Cengîz Dere, rêveberên TÛAY-DER’a Çûkûrovayê Esmer Ogûz, Selîm Ekîcî, Azat Taş ê ji sedî 85 astengdar, endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê ya Mêrsînê Sureyya Ceylan, Ozkan Yalçin û Beşîr Acar, Yûsûf Korkût, Nebî Korkût, Ramazan Çatûk, Ramazan Aslan, Ferhat Demîr, Îbrahîm Dûrak, Engîn Aydemîr, Erhan Beyhan, Hamza Arpaç, Mehmet Kapan.”

Li Mêrdinê 13 kes hatin binçavkirin

Serê sibehê leşker û polîsan li navçeyên Qoser, Nisêbîn, Stewr û Dêrikê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinên malan de 13 kes hatin binçavkirin. Malên welatiyan hatin serûbinkirin. Hat zanîn ku ev welatî bi îdiaya “alîkarî dane rêxistinê” hatine binçavkirin. Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Mahmût Damar, Metîn Yilmaz, Samî Îldem, Şukru Dûrgan, Abdûllah Çelîk, Yavûz Demîrkiran, Osman Sîgî, Recep Turk, Huseyîn Soylemez, Şiyar Koç, Faris Alak, Firat Demir û Mehmet Şerîf Kavak.

 Di lêpirsîna navênda wê Tekîrdagê de gelek kes hatin binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Tekîrdagê ve hate rêvebirin di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Hate hînbûn ku di çarçoveya lêpirsîna bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate rêvebirin de 4 jê ji Çanakkaleyê nêzî 30 kes hatin binçavkirin. 

Hate diyarkirin ku Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Bajêr Omer Farûk Kiriç, rêveberên HDP’a Bajêr Seza Buyukkiliç, Tûrgût Haskan û Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Bajêr ê Berê Veysel Kûtlûay li Çanakkaleyê, rêveberê Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) ê Navçeyê Mehmet Akyurek jî li navçeya Keşan a Edîrneyê hatiye binçavkirin. Hate hînbûn ku li Tekîrdagê jî di nav kesên hatine binçavkirin de hevserokên berê û rêveberên niha yên HDP’ê hene. Di dosyaya lêpirsînê de biryara nepen heye. Navên hin kesên hatine binçavkirin wiha ne:

“Hîlmî Karaoglan, Zubeyde Karaoglan, Serkan Karaoglan, Senem Ozbey, Servet Taşkin, Mehmet Akyurek, Sîbel Kayikçi, Cezmî Yaman, Rahmî Dîrek, Ayla Eroglû, Omer Farûk Kiriç, Denîz Erdem, Seza Buyukkiliç, Veysel Kûtlûay, Tûrgût Haksal.”

Dema binçavkirina kesên li Enqereyê hatin binçavkirin hat dirêjkirin

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê duh lêpirsînek dabû destpêkirin. Serê sibehê polîsan avêt ser gelek malan û gelek kes kirin binçavan. Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin bi îdiaya di pîrozbahiya Newroza Enqereyê de “propaganda rêxistinê kirine” tên sûcdarkirin. EnMeclisa Partiya ya HDP’ê Bedriye Irmak jî di nav de Nebahat Çalpan, Halîl Guzel, Bariş Guzel, Ahmet Guzel, Aykût Bozkûş, Cahît Gumuş, Yasîn Bahçivan, Samet Ayataç, Kadîr Aytaç û Ramazan Aggoz li Enqereyê û Mert Ustundag û li Erziromê jî Mehmet Ustundag hatibû binçavkirin. Hat hinbûn ku dema binçavkirina kesên li emniyetên tên girtin hatiye dirêjkirin.