‘Li Myanmarê hezar û 52 sivîl ji ber teqemeniyan jiyana xwe ji dest dan’

UNICEF ragihand ku di sala 2023’an de li Myanmarê hezar û 52 sivîl ji ber mayîn û teqemeniyê din jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Fona Alîkariya Zarokan ya Netewên Yekbûyî (UNICEF) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji derveyî payetexta Nepido ya Myanmar hema bêje li hemû eyalet û herêman mayîn hene û ev rewş di asta ku mirov bitirsîne de ye.

Ji sedî 20 jê zarok in

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sala 2022’an de ji ber mayînan 390 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û li Myanmar di sala 2023’an de hezar û 52 sivîl ji ber mayîn û teqemeniyên din jiyana xwe ji dest dane. Hate destnîşankirin ku ji sedan 20’an ên ku jiyana xwe ji dest dane zarok in.

Dîrektorê Herêma Pasifîk û Rojhilatê Asya ya UNICEF Debora Comini da zanîn ku bikaranîna mayîna ji çalakiyek menfur ve nema, di heman demê de binpêkirina hiquqa mirovî ya navnetewî ye û bi bîrxist ku li Myanmer hemû aliyên di şer de ji bo pêkanîna ewlehiya sivîl û zarokan divê bikaranîna mayînan bidin rawestandin.

Li Myanmar ji sala 2021’an heta niha ji ber şerê navxweyî, nêzî 2,8 mirov ji cihên xwe bûn. Zêdeyî 18 milyon mirov pêwistiya wan bi alîkariya mirovî heye.