Navenda Nûçeyan- Li Yemenê êrîşên li dijî sivîlan didome. Li Taîzê di encama êrîşa li dijî wesayîtên sivîl de gelek kes mirin.
Çavkaniyên herêmî, ragihandin piştî êrîşa li ser wesayîtên sivîlan a li ser rêya Hîcet el-Ebdê, herî kêm 15 mirî û birîndar anîne Nexweşxaneya Xelîfe ya li bajarê Turba ya Taîzê. Hate diyarkirin ku Hûsiyan berpirsiyariya êrîşê girtiye ser xwe.
Tê diyarkirin dibe ku hejmara mirî û birîndaran zêdetir bibe.




