Xwendekarên Zanîngehê ya Misirê serdana Navenda Jineolojiyê kirin
Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Misirê, serdana Navenda Jineolojiyê Misirê kir û ji ber hevkariya wan a berhemdar belgeya spasî û teqdîrê da Navenda Jineolojiyê.
Misir – Navenda Raman û Lêkolînên Jineolojiyê li Misirê, îro pêşwaziya heyeta ji xwendekarên Beşa Têkiliyên Giştî û Reklamê ya Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Misirê kir.
Di çarçoveya serdanê de danûstandin û hevdîtin ligel pisporên cûda pêk hatin. Di serdanê de hate armanc kirin ku jêhatiyên pîşeyî yên xwendekaran bên pêşxistin, valahiya di navbera perwerdeya akademîk û sepana pratîk de bên dagirtin û der barê qadên wekî ragihandin, têkiliyên giştî û mijarên têkildarî jin û ciwanan de têgihiştineke kûrtir ji wan re were pêşkêşkirin.
Di serdanê de Seroka Navenda Jineolojiyê ya Misirê Dr. Dîna Muhsen, Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yûsif, Cîgira Karûbarên kovara “Cotmeh” û Koordînatora Ragihandinê ya Navendê ya Dar el-Me'arif Hêba Mihemed û Rêvebera weşanê ya malpera Navenda Jineolojiyê Mona Seîd amade bûn.
Nêzîkatiya Jineolojiyê ya li hember mijarên civakî
Seroka Navenda Raman û Lêkolînên Jineolojiyê Dr. Dîna Muhsen, balkişand ser girîngiya xwendin, fêrbûna berdewam û ragihandinê ya ji bo pêşveçûna pîşeyî û behsa xebatên navendê yên ji bo jin, ciwan, zarok û civakê kir. Dr. Dîna Muhsen, tekez kir ku ji bo serkeftina her rêxistinekê, pêwîst e kîtleya hedef rast bên diyarkirin û stratejiyên ragihandinê yên bibandor bên pêşxistin.
‘Divê xwendekar jêhatibûnên xwe yên pîşeyî pêşbixin’
Dr. Dîna Muhsen, diyar kir ku divê xwendekar li gel perwerdeya xwe ya teorîk, bi rêya lêkolîn, perwerde û serdanên meydanî ezmûnê bi dest bixin ku jêhatibûnên xwe yên pîşeyî pêşbixin û qadên ku jê hez dikin keşf bikin. Dr. Dîna Muhsen, anî ziman ku diyarkirina zelal a rol û berpirsiyariyan di nava rêxistinekê de û bi zêdekirina hilberandinê re bikaranîna bi bandor a çavkaniyan misoger dike.
‘Zêdekirina hişyariya ciwanan a der barê pirsgirêkên civakî de pêdiviyek bingehîn e’
Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yûsif, balkişand ser girîngiya lêkolînên zanistî û belgekirinê ya ji bo têgihiştina pirsgirêkên civakî û analîzkirina guherînên civakî û tekez kir ku divê xwendekarên beşa ragihandinê agahiyan ji çavkaniyên cihêreng kom bikin, rastiya wan agahiyan piştrast bikin, jêhatîbûnên analîtîk ên rexneyî pêş bixin û girîngiya amadekirina naverokeke medyayî ya berpirsiyar ku rastiya civakî nîşan dide, anî ziman.
‘Divê hişyariya civakî were bilindkirin û sedemên kûr ên van pirsgirêkan bên lêkolînkirin’
Nûjîn Yûsif, diyar kir ku xurtkirina jinan bi keşfkirina potansiyela wan a xweser û danîna armancên wan dest pê dike û balkişand li ser girîngiya beşdariya jinan a di pêşveçûna civakî de: “Divê ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û kevneşopiyên ku derfetên wan sînordar dikin, hişyariya civakî were bilindkirin û sedemên kûr ên van pirsgirêkan bên lêkolînkirin.
Cîgira Karûbarên kovara “Cotmeh” û Koordînatora Ragihandinê ya Navendê ya Dar el-Me'arif Hêba Mihemed, ezmûnên xwe yên pîşeyî bi xwendekaran re parve kirin û balkişand ser girîngiya pêşxistina jêhatîbûnên edîtoriyê, avakirina baweriya bi xwe û pêşxistina têkiliyên bi rêz ligel çavkaniyan. Hêba Mihemed, da zanîn ku pêbawerî, şefafiyet, piştrastkirina rastiyan ya di rojnamegeriyê de, bikaranîna bi bandor a arşîvan û bikaranîna berpirsiyar a amûrên hişê çêkirî pir girîng e.
Ev serdan, bi armanca kêmkirina valahiya di navbera perwerdehiya akademîk û ezmûna pratîkî de û ji bo naskirina xebatên ku ji aliyê navendên lêkolînê ve tên kirin hate organîzekirin. Di serdanê hate balkişandin ser girîngiya pêşxistina jêhatîbûnên pîşeyî, amadebûna ji bo bazara kar û adaptasyona li hember guherînên berdewam ên di sektora medyayê de.
Ji Navenda Jineolojiyê re belgeya spasî û teqdîrê
Di dawiya serdanê de Endamê desteya akademîk a li Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Misirê Dr. Mehmûd Fewzî, ji bo naskirina hevkari û beşdariyên wan, belgeyên spasî û teqdîrê pêşkêşî Seroka Navenda Jineolojiyê ya Misirê Dr. Dîna Muhsen, Rêvebera Cîbicîkar a Navendê Nûjîn Yûsif kir.
Di serdanê de girîngiya têkiliya rasterast a xwendekaran a bi pisporan re ku derfetê dide xwendekaran ku zanîna xwe ya akademîk bi rêya ezmûnên pratîk û rastîn xurttir bikin, hate tekez kirin.