Li Sûdanê êrîşên sîstematîk: Êrîşên dronan gihîştin asta ‘sûcên şer’

Li herêma Kordofana Bakur a Sûdanê, ji ber êrîşên dronan 15 sivîlan jiyana xwe ji dest da ku di nav wan de 5 jin hene. Rêxistinên mafên mirovî hişyarî dan ku dorpêçkirin û hedefgirtina çavkaniyên avê rewşa mirovî xirabtir dike.

Navenda Nûçeyan — Ji ber zêdebûn û berdewamkirina êrîşên bi balafirên bêmirov li Sûdanê û bi taybetî li herêmên ku rageşî lê zêde ye, hejmara kuştiyên di nava sivîlan de her ku diçe zêde dibe. Ev lêdan rasterast wesayîd û sivîlan dikin armanc ku ev yek mafê wan ê mirovî yê ji bo jiyana bi ewle dixe xeterê.

Ji ber hedefgirtina sîstematîk 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan

Desteya Parêzerên Rewşa Awarte ya Sûdanê duh eşkere kir ku di encama armancgirtina balafireke bêmirov de li ser wesayîdeke sivîl ku welatî hilgirtibûn û diçûn dawetê, 13 sivîl ku 5 ji wan jin in, jiyana xwe ji dest dane. Ev bûyer li gundê Şe'tût a li rojhilatê navçeya Cebra El-Şêx a ser bi parêzgeha Kordofana Bakur pêk hat.

Desteyê her wiha diyar kir ku ev êrîş di çarçoveya zêdebûna sîstematîk a êrîşên dronan ên li ser sivîlan de tê û li seranserê herêmên bakurê parêzgehê firîna dronan û şopandina tevgera niştecihan berdewam dike. Desteyê anî ziman ku droneke din wesayîdeke sivîl a ku av vedeguhest li nêzî çavkaniyeke avê li herêma Hemra El-Şêx armanc girtiye û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Tirsa sîstematîk û dorpêçkirina sivîlan

Desteyê tekez kir ku dubarebûna sîstematîk a êrîşên li ser wesayîdên sivîl, çavkaniyên avê û niştecihan, tê kirin da ku tirsê bixe nav dilê gel û dorpêça giran a li ser sivîlan kûrtir bike. Ev yek hemwextî rawestandina tevgera çûnhatinê û zehmetiya gihîştina bi çavkaniyên avê û hewcedariyên bingehîn pêk tê ku rewşa mirovî xirabtir dike û jiyana bi hezaran kesan dixe metirsiyê.

Binpêkirin digihîjin asta ‘sûcên şer’

Hat destnîşankirin ku armancgirtina sivîl û cihên sivîlan, ferzkirina dorpêçê û bêparkirina ji pîvanên bingehîn ên jiyanê, binpêkirineke giran a hiqûqa mirovî ya navneteweyî ye. Her wiha berdewamiya van êrîşan fikarên cidî çêdike ku binpêkirinên bi vî rengî bigihêjin asta “sûcên şer” ên ku pêwîstî bi lêkolîn û berpirsiyariyê heye.

Banga lêkolîneke bilez û serbixwe

Ji aliyê xwe ve, koma mafên mirovî ev êrîşên berdewam bi tundî şermezar kirin û berpirsiyariya van êrîşan xist ser milê aliyê ku ew pêk anîne. Komê daxwaza lêkolîneke serbixwe û bilez, cezakirina berpirsan, rawestandina demildest a êrîşên li ser sivîlan, rakirina astengiyên ku êş û azarên gel zêde dikin, mîsogerkirina gihîştina wan a ewle ya bi av, xwarin û xizmetên bingehîn û pabendbûna tam bi rêgezên hiqûqa mirovî ya navneteweyî kir.

Heta niha ji aliyê desteyê ve berpirsiyarê van êrîşan nehatiye destnîşankirin lê belê rayedarên li Xartûmê tekez dikin ku “Hêzên Piştgiriya Lezgîn” (RSF) li pişt van êrîşan in. Ev rûdan di çarçoveya şerê berdewam de ye ku ji Nîsana 2023’an vir ve di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dimeşe ku di encamê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dane û nêzî 13 milyon mirov jî aware bûne.

NY: Di navbera mehên Çile û Nîsana borî de 880 sivîl hatin hedefgirtin

Di Gulana borî de, Neteweyên Yekbûyî (NY) hişyarî dabû li ser zêdebûna êrîşên bi balafirên bêmirov li herêma Kordofanê û diyar kiribû ku di navbera mehên Çile û Nîsana borî de, herî kêm 880 sivîlan di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dane.