Li Stenbolê polîsan êrişî malbatên girtiyan kirin

Li ber Edliya Stenbolê polîsan êrîşî nobeda edaletê ya xizm û malbatên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin kirin û 8 kes binçav kirin.

Navenda Nûçeyan - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di hefteya 18’emîn de li ber Dadgeha Stenbolê ya li Çaglaynê Nobeda Edaletê berdewam kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, rêveberên MATUHAYDER’ê û ANYAKAYDER’ê û nûnerên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî piştgirî dan malbatan.

Rastî tûndiyê hatin

Malbatên ku xwestin daxuyaniyê bidin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Ji çalakvanan Kumrî Akgul bertek nîşanî polîsan da û wiha got: “Gelo li welatê ez lê dijîm qey ez ê nikaribim derdê xwe bînim ziman? Helbet ez ê derdê xwe bînim ziman. Zarokên me dimirin. Êdî bes e. Dinya me nabîne.” 

Di kêliya ku Kumrî diaxivî de polîsan girseyê dorpêç kir. Di vê navberê de polîsan rojnamevanên ku nûçeyê dişopandn jî asteng kir. Polîsan mudaxileyî çalakiyê kir û 8 kesan bi lêdanê binçav kir. Çalakvanan bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî muameleya xerab a li dijî xwe dan. 

Polîsan di hundirê wesayîtê de tundiyê li Zeynep Calîhan, Kumrî Akgul, Cemîle Çîftçî, Duran Turgay, Gulten Sumbul, Rozerîn Degîrmencî û 2 kesên navên wan nehat zanîn kirin. 

Banga piştgiriyê

Parlementer Zuleyha Gulum, bal kişand ser pêkanînên kêfî û astengiyan, diyar kir ku darazê, qeymeqamtiyê, qeymeqamtî, Wezareta Karên Hundir û Wezareta Edaletê hiqûqê tine dikin. Züleyha Gulum, anî ziman ku her kes hewl dide bê bêdengkirin û bal kişand ser mirina li girtîgehan û aşkera nekirina berpirsyaran. Zuleyha Gulum, diyar kir ku xizm û dayikên girtiyan her wiha yên piştgiriyê didin wan her pêncşemê li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê ne û bang li her kesî kir ku çalakiyan li dar bixin.