Li Stenbolê polîsan êrişî ciwanên HDP’ê kir: 7 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di serdegirtina malan de endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Stenbolê û hevserokê navçeyê jî di nav de 7 kes hatin binçavkirin.

Stenbol- Di çarçoveya lêpirsîne ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin, polîsan serê sibehê li Stenbolê bi ser malên endamên Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û rêveberên navçeyê ve girtin.

Navê kesên hatin binçavkirin wiha ne: Endama HDP'ê PM Lîvan Orman, Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Beşîktaşê Orhan Ozoner, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Arjîn Veteran, Ahmet Bayazît, Roj Medrîn Bor, Mehmet Salîh Dîkmen û Îsmaîl Toptamur.

Dema 7 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê, 24 saetan qedexeya parêzer hat dayîn.