Li Sîstan û Belûcîstanê dorpêça ‘Îna Bixwîn’

Parêzgehên Sîstan û Belûcistanê û bajarê Zahidanê ji ber hefteya ‘Îna Bixwîn’ ji aliyê polîs û leşkerên rejîma Îranê ve hat dorpêç kirin.

Navenda Nûçeyan – Hikûmeta Îranê, di dîroka 30’ê Îlona 2022’an de li navenda parêzgeha Sîstan û Belûcistanê Zahidanê qetlîmek mezin pêk anî. Piştre li navenda parêzgehê û li seranserê ve her hefte çalakî didomîn, komkujî wek ‘Îna Bixwînê' hat binavkirin. Polîs û leşkeran ji bo astengiya derketina kolanan ya gelê Sîstan û Belûcîstanê ku her roja înê piştî nimêjê dadikevin kolanan, bi taybetî li Zahidanê li gelek nuqteyan bajêr bi cih bûn.

Li gelek herêman bendên kontrolê hatin danîn

Li bajarê ku bendên kontrolê hatin zêdekirin, hemû wesayîtên ku ji rê derbas dibûn hatin rawestandin û lêgerînkirin. Hate tomarkirin ku li Keshawarz, Jam-e-Jam, Hayyam, Sûka Ortak, Kosar û li kolanan bendên kontrolê hatine anîn. Mizgefta Mekkeyê ya li Zahidanê cih digre û wek yek ji xalên destpêkê yên xwepêşandanan tê qebûlkirin bi temamî hat dorpêçkirin, welatiyên ku vê demê di mizgeftê de bûn jî bi saetan di nava dorpêçê de hatin sekinandin. Hate hînbûn ku li ketina bajarê Zahîdanê bendên kontrolê hatin zêdekirin, mase hatine danîn û agahiya nasnameya kesên diketin bajêr û derketin hatine girtin.

Çalakî didomîn

Çalakiyên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Sîstan û Belûçîstanê destpêkirin, bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” berdewam dike. Tê payîn ku çalakî îro jî bidomin.