10 sal cezayê girtîgehê li çalakvana Îranî hat birîn

Li çalakvana mafên mirovan a Îranê Farnaz Nazerî ji bilî 10 sal cezayê girtîgehê û qedexeya derketina derveyî welat, cezayê qedexekirina rêwîtiya hundirê welat lê hat birîn.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê zextên darazê yên li ser çalakvanan didome. Farnaz Nazerî ku bi hinceta beşdarî xwepêşandanên bajarê Qaem Shahrê ya welat de hat binçavkirin, bi girtî hat darizandin û di der barê wê de darizandin hat destpêkirin, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve mehkûmê cezayê girtîgehê hat kirin. Di darizandina duh hat kirin de hat hînbûn ku çalakvan Farnaz Nazerî mehkûmê 10 sal cezayê girtîgehê, di nava welat de sînordarkirina azadiya tevgerikirinê û qedexeya derketina derveyî welat hat kirin.

Çalakvan Safîa Qarabaghî hat berdan

Hate hînbûn ku çalakvanek din a Îranê Safîa Qarabaghî jî bi rakirina îdayên sûcên li ser wê beraet kiriye. Çalakger ragihand ku ji bo dadgehê nehatine vexwendin û biryar ji wê re hatiye teblîx kirin.

Çalakvana sivîl Safiya Qarabaghî ji aliyê Şaxa 2’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Zanjanê ve hat darizandin. Her wiha bi sûcdariya “li dijî rejîmê propaganda kirine” re rû bi rû bû. Hat hînbûn ku darizandina der barê wê de hatiye betalkirin û biryara beraetê hatiye dayîn.