Li seranserê Şengalê ji bo şehîdên fermanê rêz hat girtin

Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an îro di demjimêr 10’an de li gund, bajêr û nevçeyên Şengalê ji bo Şehîdên Fermanê rêzgirtin çêbû.

Şengal - Bi boneya salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an îro di demjimêr 10’an de li gûnd, bajar û bajarokên Şengalê tevahî civaka Êzidî ji bo bîranîna şehîdên fermanê 3 deqe rêz girtin. Her wiha ji bo bîranîna, zarok, kal û pîrên ku di fermanê de jiyana xwe jidest dane li seranserê Şengalê ciwanan av belav kir.

Li Xanesorê yê girêdayî Şengalê her wiha navçeya Sinunê li du merasima ji bo giyanên Şehîdên fermanê axaftin ji aliyê endamên Meclisên Gel û TAJÊ’ê ve hate kirin.

Li Sinunê malbatên cangorîya av belav kirin û şehîdên fermanê bibîr anîn. Dîsa li çar rêya Sinunê kom bun û ji bo bîr anîna fermanê  axaftin hatin kirin.

Li Xanesorê jî Meclisa gel ye Xanesorê gel û endamên Meclîsê ji bo Şehîdên Fermana 74’an 3 deqa rêz girtin.

Ciwan Êzidî ji bo bîranîna fermanê ber bi çiya ve meşîyan û berê xwe dan Qûba Şêx Mend ku dema fermanêde beşek ji civaka Êzidî xwe sipartibun wir. Li wir ciwan û kalên ku meş li darxistin çûn cem bîra ku di fermanê de bi hezaran Êzidiyan av jê vexaribun û gotin em ê vê çalekiya xwe her tim berdewam bikin û em ê tu caran rê nedin ku zarokên me fermanê jibîr bikin. Weke sembol li wir av û pariyên nan li ciwanan hate belav kirin.