Ji TAJÊ’ê 'rapora fermanê': Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî

TAJÊ der barê fermana 3'ê Tebaxê ji zêdeyî 100 saziyên navneteweyî re raporek şand û di raporê de diyar kir ku di hemû komkujî û fermanên hatine jiyîn de herî zêde jin bûne qurbanî.

Navenda Nûçeyan- Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji ber salvegera 8'emîn a fermana 3'ê Tebaxa 2014'an, der barê encamên fermanê û gef û êrîşên heyî yên li ser Şengalê raporek amade kir. TAJÊ’ê rapora xwe jî Berpirsyara Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Mafên Mirovan, Papa Francisco, Komîsyona Ewropa, Komîteya Mafên Jinan, Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Seroka Meclîsa Ewropayê, kesayetên Parlamenta Ewropayê, Serokwezîrên Swêd û Fînlandiyayê, Munazamat û Tifaqên Jinan, ji Sefaretxaneyên li Iraqê re jî di nav de  ji zêdeyî 100 saziyên navneteweyî û kesayetên naskirî re şandin.

Rapora TAJÊ wiha ye:

"Civaka Êzîdî yek ji civakên herî qedîm a mirovahiyê ye. Bi vê qedîmiyê jî xwedî çandeke xurt a jiyanê ye. Di çand û baweriya xwe de gelek şopên civaka xwezayî heta roja me ya îro gihandiye. Adetên Êzdayetî piraniyên xwe di nav xwezayê de şekil girtine. Qedir û qiymet dayîna hemû zindiyan, esasê çand û baweriya Êzîdî ye. Nêzikahiya mirov ji mirov re, mirov ji hemû zindiyên xwezayê re, ji cewherê azad a xwezayê qut nebûye. Çanda ku ava bûye, kombûna nirxên hezar salan e. Civaka Êzîdî heta roja me ya îro jî debara xwe li ser çandinî û heywankariyê û bi kedkariya xwe dide meşandin. Ji mîtolojiya ku heta îro jî di nav civakê de zindî ye jî xuya ye ku jin, di jiyanê de hêmana sereke ye. Bi vîna xwe, bi rengê xwe yê resen çand û baweriya xwe dide berdewamkirin. Felsefeya Êzîdî ya jiyanê li ser esasê wekhevî û nirxdayînê ye. Civak bêyî ku ferq û cudahî bixin nav de, li hemû zarokan xwedî derdikevin û diparêzin. Zarokên ku weke pêşeroj û berdewama Êzdayetî tên dîtin, beriya her tiştî bi nirxên baweriya Êzda tên perwerdekirin.

Di dîroka civaka Êzîdî de bi sedan qirkirin û ferman hatin kirin. Lê herî zêde behsa 74 fermanan tê kirin ji ber ku qetliyamên herî mezin û dijwar bûn ku tu car di hafizeya civaka Êzîdî de nayê jibîrkirin. Cîhan, miletê Êzîdî ji çand û baweriya wê zêdetir bi ferman û Jenosayîdan nas dike. Wek miletê Êzîdî ev rastî ji bo me pir bi êş e. Fermana 74’an, di sala 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve pêk hat. Bêguman di nav civaka Êzîdî de ev Ferman gelek êş, travma û windahiyên mezin da avakirin. Bi deh hezaran Êzîdî hatin qetilkirin, revandin û dîlgirtin. Zarok bi zorê kirin çetên DAÎŞ’ê. Her wiha bi sed hezaran hemwelatiyên Şengalê ji cih û warên xwe hatin koçberkirin. Heta roja îro, derdora 200.000 ji wan li başûrê Kurdistanê li kampan di rewşên perîşan de dimînin.

Êrîş li ser hemû nirxên Êzîdî hatin kirin. Li cihên ku ji bo baweriya Êzdayetî pîroz in 6 qub hatin teqandin û bi dehan avahî hatin hilweşandin. Heta niha jî aqûbeta bi hezaran Êzîdî ne diyar e. Li herêma Şengalê herî kêm 87 gorên komî hatine tespîtkirin; tenê çend jê hatine vekirin ji bo ku bi rêya tehlîlên DNA nasnameya cenazeyan bê tespîtkirin û milet bikare şehîdên xwe bi awayeke rewa gor bikin. Li gelek ciyan, mayîn û teqemeniyên ku DAÎŞ li wan deran bi cî kiriye, nehatin paqijkirin. Gelek caran ev mayîn bû sedema mirina Şengaliyan.

Daneyên dawî yên li ser encamên fermanê

Derbarê fermana 2014’an de çend hejmarên ku hatine bidestxistin (dîrok; tîrmeha 2022’an)

Jinên ku hatine revandin: 3 504
Mêrên ku hatine revandin: 2 869
Kesên ku hêj di destên DAÎŞ’ê de ne: 2 941
Zarokên ku bê dê û bav mane: 2 166

Kesên ku hatine koçberkirin: 360 000
→ yên ku hêj li kampên Başûr in: 200 000
→ yên ku ji Îraqê derketine: 10 000

Kesên winda / agahî nîn in: 220

Gorên komî: 87
→ yên ku hatine vekirin: 33

Jinên ku hatine rizgarkirin: 1 184
Mêrên ku hatine rizgarkirin: 337

Êzîdiyên ku vegeriyane Şengalê: 150 000

Sûcên DAÎŞ’ê yên li dijî civaka Êzîdî li gorî mafên mirovan ên navnetewî jenosayîdek in (Konvansiyona Jenosayîd a 9’ê Kanûnê 1948, benda 2 binihêre). Ji aliyê çend saziyên siyasî yên civata navnetewî ya dewletan ve resmî wekî jenosîd jî hatin qebûlkirin. Di nava wan de Meclîsa Temsîlkaran û Wezareta Karên Derve yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, parlemena Ewropayê û parlemena Fransayê jî hene. Pêvajoyên derbarê cezakirina sûcdaran de gelek hêdî dimeşin. Her çend li gorî bendên 3 û 4 yên Konvansiyona Jenosayîd hewce ne jî. Tenê beşeke biçûk a berpirsiyarên jenosayîdê hatin darizandin û mehkûmkirin. Bicîneanîna edaletê travma û êşên berdewam ên ku Êzidî heta îro jiyan dikin, berdewam û girantir dike.

Êş û janên jinan ên ji ber fermana 2014’an

Di hemû komkujî û fermanan de herî zêde jin bûne qurbanî. Bi rêka asîmilekirin û qetilkirina jinan armanc ew e ku nasname, çand û baweriya civakê bê tunekirin. Fermana 3’ê Tabaxa 2014’an ya bi destê çeteyên DAÎŞ’ê jî yek ji van mînakan e. Dema ku jin ketin nav destên DAÎŞ’ê, piraniya caran hatine tecawizkirin, wekî dîl ew hatine firotin û bi zorê bi çetên îslamîst re hatine zewicandin. Ne tenê li ser jinan dext û zordestî hebû ku ewê li gorî quralên îslama radîkal tev bigerin; zarokên wan jî li gorî bîrdoziya DAÎŞ’ê hatin perwerdekirin. Jinên ku li dijî emîrên çeteyan derketin bi zilm û zoreke gelek dijwar hatin cezakirin, carnan wisa hatin şehîdxistin. Her wiha bi dehan jinên Êzîdî ji bo na ku nekevin destê çeteyên DAÎŞ’ê demarên destê xwe qut kirin, xwe ji zinaran avêtin û dawî li jiyana xwe anîn, teslimiyet qebûl nekirin.

Piştî fermana 74’an beşa ku herî zêde bûn qurbanî dîsa jin û zarok bûn. Ji cî û warên xwe koçber bûn; ev bi taybetî ji bo jinan jî gelekî bi êş e ji ber ku piraniya jinan gelek girêdayî warê xwe ne. Bi xizaniyê re rû bi rû hatine. Ji ber berpirsiyartiya jinan a rasterast a ji bo zarok û malbatên xwe, barê herî giran ê xizaniyê li ser milên wan dimîne. Bi salan di çadiran de di nav zehmetiyên rojane de hewldana jiyanê didin. Ji ber xerabûn û nebûna binesaziya navçe, gund û bajarê Şengalê dijîn, bi gelek pirsgirêkên tenduristî û civakî re rû bi rû dimînin. Weke pêwîstiyên esasîn ên jiyanê; ava paqij, elektrîk û amûrên xwedîkirina zarokan, gelek bi zehmetî tên peydakirin. Bi giranî nexweşînên psîkolojîk (halî nefsî) di piraniya jinan de xwe dide der. Jinên Êzîdî ku koçber bûne, li welatên biyan, bi taybetî li kampên Başûrê Kurdistanê, ji bo her cure bêexlaqî û kiryarên dûrî çand û baweriya wan tên dehfdan.

Rola hikûmetên dewleta İraqê ya piştî fermanê

Tebaxa 2014’an, bi hêzên ewlekariyê re îdariya siyasî a Şengalê jî ji herêmê vekişiya. Piştî vê, hemû hewldanên anîna rêveberiyeke guncav têk çûne û dema ku çêbûn, wan ji saziyeke ku bi rastî bikare kar bike zêdetir qalikekî resmî yê vala çêkirin. Xizmetên dewletê û karên avakirinê gelekî kêm dimînin. Gelek Êzîdî vekişîna hêzên askerî wekî xiyanet digirin dest. Lewma baweriya wan a bi dewletê winda bû, bi taybetî derbarê ewlekariyê û parastinê de. Piştî gelek nîqaşên li ser wê kî rêveberiya Şengalê bike, hikûmeta federal a Îraqê û ya başûrê Kurdistanê di roja 9’ê Cotmehê 2020 de li hev kirin: bi navbeynkariya UNAMÎ (Mîsyona alîkariyê a ji bo Îraqê ya Netewên Yekbûyî) ve, “Peymana Şengalê” çêbû. Lê belê piraniya beşên miletê Şengalê, vê peymanê qebûl nekirin û li ber xwe dan; ew gelek nerazîbûn, ji ber ku tu nêrîna wan derbarê vê mijarê de nehatiye girtin û ev peyman pêwîstiyên miletê Şengalê pêşwazî nedikir.

Metirsiya herî girîng a ewlekariyê: Êrişên hewayî yên dewleta Tirk

Piştî ku Şengalê ji hovîtiya DAÎŞ’ê hatibû xelaskirin, meseleya ewlekariyê ya herî cidî êrîşên hewayî yên dewleta Tirk bûne. Ev êrîş ji sala 2017’an ve tên meşandin (kronolojiya derbarê vê mijarê de li dawiya vê dosyayê hatiye zêdekirin). Dewleta Tirk dibêje ku ew endamên PKK (Partiya Karkerên Kurdistan) hedef digire. Lê di rastiyê de nêzîkî hemû mexdûrên wan êrîşan ji miletê Êzidî yê Şengalê bûn, heta gelek ji wan jî sîvîl bûn.

Ji bûyerên bi vî rengî du minakên bi êş wihan in; di bombebarana nexweşxanexa Sikêniyê ya ku 17’ê Tebaxa 2021’an hat kirin de 8 kesên nexweş û karkerên tenduristiyê hatin kuştin; û êrîşên balafirên bêmirov ên li ser Meclîsa Gel a Sinûnê û dukaneke kirtasiyê a nêzîkî wê, di encama van êrîşan de kurekî 12 salî bi navê Seleh Nasir û çalakvanê siyasî Îbrahîm Derwêş Evdî şehîd bûn. Bi saya van bûyeran jî, Dewleta Tirk konvansiyona (peymana) Cenevrê a li ser hiqûqa navnetewî şikand (konvansiyona Cenevrê IV, benda 18: parastina nexweşxaneyan binihêre) û li gorî Statuya Romayê ya Mahkemeya Ceza ya Navnetewî (di benda 8 §2 (b) i, ii, iv de heye) sûcên şer kiriye (lê belê Statuya Romayê ji aliyê dewleta Tirk ve heta niha nehatiye îmzekirin).

TEVGERA AZADIYA JINÊN ÊZIDÎ (TAJÊ)

Ji bo pêşîgirtina li qirkirinan û bersîvdayîna fermana 3’ê Tabaxa 2014’an, ango piştî Jenosaydê jinên Êzîdî xwe bi rêxistin kirin. Di sala 2015’an de destpêkê weke komeke jinan tevgeriyan, ji bona jin bi hêzkirin, îradekirin û perwerdekirin xebatên xwe dane destpêkirin. Piştî ku jin li hev kom bûn rêxistina xwe berfireh kirin. Di sala 2016’an de bi kongreyekê Tevgera Azadiya jinên Êzîdî ( TAJÊ ) ava kirin. TAJÊ li ser esasê fikir û felsefeya Rêber Apo ya paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk û îdeolojiya azadiya Jin dimeşe. Wekheviya herdu cinsan, demokrasiya di nav hemû gelan de û parastina xwezayê esas digire. TAJÊ herî zêde giringî didê xebatên rizgarkirina Jinên Êzîdî ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine dîlgirtin. Heta niha bi hevkariya QSD, Wezareta Jin a Bakûr Rojhilatê Sûrî, Mala Êzîdiyan li Bakûr Rojhilatê Surî û Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî li Şengalê, derdora 1500 Jinên Êzîdî ji deste çeteyên DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin û radestî malbatên wan hatine kirin. Her wisa TAJÊ li dijî nêzîkbûnên cinsiyetperest têkoşîn dike. Li beranberî şîdeta ku di nava malbat, civak û kargehan de li dijî jinan pêş dikeve, ku jinê bê nasname, raman û vîn dibîne, derdikeve. Ji bo vê bi rêxistinên jinan ên Kurd, Ereb, Asûr, Suryan, Kildan û hwd. re pêwendî jî datîne. Ji bo meşandina karên jiyanî, TAJÊ nav xwe de komîteyan ava dike, mînak Komîteya Perwerde, Aborî, Çand û Huner, Tenduristî û Lihevhatin.

Pêvek: Di navbera 2017-2021’ê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê

2017: Di 24’ê Adarê de li Amûd, Qaeya Kersê û Geliyê Kersê lêdan hatin kirin. Li Qaeya Kersê şervanê YBŞ Genco Sîba Şêx Xidir hat şehîdxistin.

2018: Di 15’ê Tebaxê de li Geliyê Şîlo bi balafirên bêmirov lêdan hat kirin. Pêşengê civaka Êzîdî ‘Mam’ Zekî Şengalî (Îsmaîl Özden) û şofêrê wî Mahîr Güney hatin şehîdxistin.

2019: Di vê salê de 3 caran lêdan pêk hatine. Di 19’ê Mijdarê de balafireke bêmirov li Xanêsorê dixe, di encama wê de di roja 20’ê de şervanê YBŞ’ê Ezîz Salih ê ku birîndar bûbû şehîd ket. Di 13’ê Kanûnê de 3 karkerên ji Bakûr û Rojhilatê Sûriyê (Rojavaya Kurdistanê)hatin şehîdxistin.

2020: Di vê salê de 4 caran lêdan pêk hatine. Di 15’ê Çilê de Fermandarê YBŞ Nezar Bapîr û birayê wî Eymen Bapîr û 2 şervanên YBŞ’ê Elî Hisên Xidir û Hemîd Xelîl Qasim hatine şehîdxistin. Di 14’ê Hezîranê de di êrîşeke balafira şer de 2 şervanên YBŞ birîndar bûn. Di 9’ê Mijdarê de şervanekî YBŞ bi êrîşa balafirên bêmirov hatiye şehîdxistin.

2021: Di vê salê de bi giştî 7 caran lêdan pêk hatine, bi giştî 11 kes şehîd bûne. Di 16’ê Tebaxê de li navenda Şengalê fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen û kurê birayê wî şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda hatine şehîdxistin. Di 17’ê Tebaxê de bi balafirên şer li nexweşxaneya Sikêniyê hatiye xistin. 8 kes hatine şehîdxistin, 3 ji van jî karkerên tenduristiyê bûn. Di 7’ê Kanûnê de bi êrîşa balafirên bêmirov hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Merwan Bedel dema ku bi 2 zarokên xwe re di tirimbêla xwe de bû, hatiye lêdan û hatiye şehîdxistin. Zarokên Merwan Bedel di êrîşê de birîndar bûne. Di 11’ê Kanûnê de bi êrîşa balafiran Meclîsa Gel a Xanêsorê hat bombebarankirin. Avahî hat hilweşandin, zirarên madî pêk hatin.

2022: Di 21’ê Çilê de bi êrîşa balafirên bêmirov, ji fermandarên YBŞ’ê Silêman Şemo Yûsûf û şervanê YBŞ’ê Nacî Hecî Sebro hatin şehîdxistin. Di şeva 1’ê – 2’yê Sibatê de, 21 cih li herêma Şengalê hatin bombebarankirin. 3 karkerên sîvîl ên Ereb hatine şehîdxistin, 1 jî birîndar bûye. Di 15’ê Hezîranê de, li Meclîsa Gel a Sinûne û li dukaneke kirtasiyê hat xistin. Zarokekî 12 salan ê bi navê Seleh Nasir hatin şehîdxistin. Êzidiyekî bi navê Îbrahîm Derwêş Evdî birîndar bû û piştî 8 rojan şehîd ketiye. Di vê êrîşê de 7 sîvîlên din jî birîndar bûbûn."