Li ser çalakkirina rola jinan a di lihevkirina neteweyî de rûniştinek diyalogê pêk hat

Beşdarên rûniştina diyalogê li ser rola jinan di bidawîkirina parçebûna siyasî de, daxwaza beşdarkirina jinan a di warê siyasî de kirin, da ku karibin rola xwe di pêşxistina lihevhatina neteweyî de bilîzin.

NAGHAM KARAJEH

Xeza - Ji bo ronîkirina rastiya jinê û ferzkirina mekanîzmayên ku jin di warê siyasî de bi hêz dike û rola wan di pêkanîna lihevhatina neteweyî û bidawîkirina parçebûnê siyasî de zêde dike, Yekîtiya Demokratîk a Filistînê "FIDA" li Xezayê rûniştinek diyalogê li dar xist.

Endama Komîteya Navendî ya Partiya FIDA Ebîr El-Xol diyar kir ku temsîliyeta jinan di nava partiyan de rêje ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Divê jin di avakirina partiyên siyasî de beşeke bingehîn be. Jin di nava partiyên siyasî de rola xwe ya biryargirtinê negirtine. Jin di pêkanîna lihevhatina neteweyî, bidawîkirina parçebûnê û pêkanîna guhertinên realîst de xwedî rol û bandoreke mezin e. Parçebûn sedema sereke ya lawazbûna doza Filistînê û rêjeyên bilind ên xizaniyê ye. Ger îmkana xwerêveberiyê ji jinan re bihatana dayîn, wê jinan perspektîfa civakê biguheranda."

Banga destpêkirina înîsiyatîf û kampanyayên netewî

Lêkolînera yasayî Şadiya El-Qesas da zanîn ku ji ber ku jin karîbû bikeve hemû qadên jiyanê, ji ber wê jî dikare dawî li parçebûnê bîne û lihevhatina neteweyî pêş bixe û wiha pê de çû: "Jin tevî dijwarî û astengiyên ku bi wan re rû bi rû mane jî di girtina gelek biryarên girîng û çarenûssaz de beşdar bûne. Faktorên din hene ku bandor li pêşkeftina xebata jinan di pêvajoya rêbertiyê de kiriye, di nav de kêşeyên çandî yên ku dibînin ku jin bi ramanek diyarkirî ve sînorkirî ne. Ez banga destpêkirina însiyatîf û kampanyayên netewî ji bo garantîkirina mafên jinên Filistînî dikim."

Aktîvîst Jumana Mesbeh got ku jinên Filistînî di hemû warên jiyanê de nîvê civakê temsîl dikin û wiha anî ziman: "Gelek modelên jin li cîhana erebî hene ku hebûna xwe îsbat kirine û di postên bilind ên siyasî de cih girtine û karîne bala raya giştî li ser mijara lihevhatina neteweyî û bidawîkirina parçebûnê bikşînin."