Malbatên girtiyan: Bila zilma li ser girtiyan bi dawî bibe

Nobeta edaletê ya malbatên girtiyan a li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê didome. Xwişka girtiyê nexweş Reşahat Ada axivî û bal kişand ser zilma ku li girtîgehan diqewime û got: “Em naxwazin ku cenezeyên zarokên me bi ser me ve werin."

Amed - Nobeda Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin bên berdan li Amedê dabûn destpêkirin di roja 253'yemîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan çalakiya xwe îro li ber Girtîgeha Amedê ya Tipa D'yê li dar xistin. Endam û rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAY DER), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û alikariyê ya bi kesen li Dergûşa Şaristaniyê Xizmen xwe winda kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amede jî piştgirî dan çalakiya malbatan. 

“Çi dibe bila bibe, emê di riya girtiyên xwe de bin”

Di çalakiyê de ewilî Xweşka girtiyê nexweş Hamdûsena Ada, Reşahat Ada axivî. Ada bi lêv kir ku 9 meh in di nobeda edaletê de ne û tevî vê yeke jî daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Ada, diyar kir ku birayê we girtiyêk nexweş e û dema çûye serdanê, rewşa birayê we nebaş bûye û tevî ve yekê jî zilma li ser girtiyan her ku diçe dewam dike. Ada anî ziman ku dest didin ser pirtûk û nameyên girtiyan û got: “Em naxwazin ku cenezeyên zarokên me bi ser me ve werin. Em wekhevî û aştiye dixwazin. Banga me li partiyên siyasî, rexistinên sivîl û saziyên civakî heye. Bila partiyên siyasî soza ku dabûn me bi cih bînin. Çi dibe bila bibe, heta damla xwînê di canê me de hebe em ê di rêça girtiyên xwe de bin. Bila înfaza wan neşewitînin û girtiyên nexweş bên derman kirin.”

“Bila tecrîda li ser girtiyan bê rakirin”

Piştre jî dayika girtî Aziz Tufan, Yesûrê Tufan axivî. Tufan jî bal kişand ser zilma li ser girtiyan û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Bila tecrîda li ser girtiyên me bê rakirin, zilma li ser girtiyan edî bila bi dawî bibe. Bila înfaza zarokên me neyê şewitandin. Heke edalet hebûya me yê li ber vê germê nobedê negirta û 9 meh in çalakî li dar nexista." 

Çalakiya malbatan bi berzkirina dirûşmayên, "Bijî berxwedana zindanan" û "Heq hiqûq edalet" bi dawî bû.