Li Sanayê Hûsiyan bi dehan navendên werzîş û tenduristiyê yên jinan girtin

Li Sanayê ji aliyê Hûsiyan ve girtina bi dehan navendên werzîş û tenduristiyê yên jinan, Krîza aborî ya karkerên jin girantir dike û bi dehan kesan bêkar dihêle.

Li Sanayê Hûsiyan bi dehan navendên werzîş û tenduristiyê yên jinan girtin

Navenda Nûçeyan –  Li Yemenê girtina navendên jinan a ji aliyê serhildêrên Hûsî ve, ji ber kêmbûna derfetên kar û xirabûna şert û mercên jiyanê, fikaran li ser encamên aborî yên li ser karkerên jin zêde dike.

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku Hûsiyan roja Duşemê, di çarçoveya kampanyayeke berdewam a ku çalakiyên bazirganî û xizmetê yên jinan li deverên di bin kontrola wan de hedef digre, bi dehan navendên werzîş û tenduristiyê yên jinan li paytext Sanayê girtine.

Navendên bedewî û fitnessê, salonên kuaforiyê yên jinan û kafeyan girtin

Li gorî heman çavkaniyan, girtinên dawî xwediyên van navendan û karmendên van deran, ew ji debara jiyana xwe bêpar hiştine. Hûsiyan di salên dawî de li Sanayê kampanyayên bi heman rengî li dijî navendên bedewî û fitnessê, her wiha salonên kuaforiyê yên jinan û kafeyan meşandine.

Di daxuyaniyên berê de, Hûsiyan girtina van deran, bi "binpêkirinên exlaqî" an jî fikarên li ser tevlihevkirina zayendî ve girê dane. Lê belê, hin xwediyên van navendan tekez kirin ku karmendên wan ên îdarî hemû jin in û ew bi tevahî rêziknameyên ku karsaziyên wan birêve dibin, dişopînin.