Tora SIHA’yê bûyerên li Eyaleta Nîla Şîn belge kir

Tora SIHA ya Hewldana Stratejîk a ji bo Jinên Efrîqayê, 15 bûyerên destdirêjiya li dijî zarokên 15 salî ku li Nîla Şîn qewimîbûn belge kir. Hat diyarkirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn û komên girêdayî wan 28 jinan li El-Damazîn revandine.

Tora SIHA’yê bûyerên li Eyaleta Nîla Şîn belge kir

Sudan – Jin û zarokên keç li Sûdanê ji ber şer û pevçûnên ku bi salan e didomin, bedelên giran didin. Li welatê ku her diçe rewşa mirovî xirabtir dibe û tu mercên bi ewle nemane, her diçe bûyerên revandin, destdirêjî, êrîşên zayendî û bûyerên bi vî rengî zêde dibin.

28 jin û zarokên ku ji ber pevçûnan direviyan ji aliyê RSF’ê ve hatin revandin

Tora SIHA’yê bi daxuyaniya ku roja 23’yê Mijdarê weşand, diyar kir ku di sê rojên dawî de 15 êrîşên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine kirin belge kirine. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 28 jin û zarokên keç dema dixwestin ji bajarê Damazînê birevin, ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn û milîsên girêdayî wan ve hatine revandin.

Hat diyarkirin ku yek ji jinên hatiye revandin, çendek berê ji zanîngehê mezûn bûye, bi malbata xwe re ketiye têkiliyê û diyar kiriye ku bi jinên din re dîl hatiye girtin.

Li gorî Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) Eyaleta Nîla Şîn ji dawiya meha Cotmehê ve bûye star ji 443.494 kesên ku ji nava welat koçber bûne.  Tê texmînkirin ku ji 7.000’î zêdetir malbat ber bi El-Damazînê ve diçin û bi rojane di riyan de tî û birçî ne, di navbera wan de jinên ducanî yên zarokan dimijînin, zarok, extiyar û kesên kêmendam hene

Dîrektorê herêmî yê torê ragihand ku çar sal in li welat pevçûn hene, mirovên sivîl li Sûdanê ji ber êrîşên komên di  nava mercên ji derveyî rûmeta mirovî de dijîn, bi salan e bi tundî, binpêkirina mafan re rûbirû dimînin. Torê ji Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî xwest ji bo kesên ji cih û warên xwe bûne korîdorên ewle vekin, dest bi muzakereyan bikin, ji bo parastina jin û zarokan ji êrîşên zayendî bi lezgînî tedbîran bigrin û destekê bidin komên herêmî yên hewl didin ealîkariyê bikin