Li Raperîn dewreya perwerdeya dirûtinê ji bo jinan hat vekirin

Li Raperînê dewreya perwerdeya dirûtinê ji bo jinan hat vekirin û 27 jin beşdar bûn, di heman demê de rêzesemîner der barê wateya jiyanê, jiyana bi hev re, aştî û gelek mijarên din de jî tên dayîn.

DÎVAN SÎHAD

Raperîn- Rêxistina Sengê Ciwanên Kurdistan dewreyeke perwerdeyê ji bo 27 jin û jinên ciwan li Ranya ya herêma Raperînê vekir û ji aliyê Mêhrîban Hacî Selam ve perwerde tê dayîn.

Wê ev dewreya perwerdeyê nêzî mehek bidome û rojane ji derveyî fêrbûna dirûtina cilan, wê di aliyê jinbûn, jiyana bi hev re, aştî û gelek mijarên din de semîner ji bo jinan werin dayîn.

Mamosteya dewreya perwerdeya dirûtinê Mihrîban Hacî Selam diyar kir ku jin bi beşdarbûnê sûd ji demê digrin û bi awayekî baş fêrî dirûtina cilan bibin û wiha got: “Dewreya me di 27’ê meha borî de dest pê kir û heta 29’ê vê mehê dê berdewam bike, yên ku beşdarî dewreyê bûne heta astekê fêr bûne em di jiyana wan de serketinê dixwazin.”

Jina ciwan a bi navê Dîlan Rêbiwar ku bi xwestek beşdarî dewreya perwerdeyê bûye wiha got: “Me sûdek baş ji vê dewreyê dît û em dikaribûn fêrî dirûtina cilên Kurdî, cilên malê û cilên modelên nû bibîn.”

Reyan Abdurehman jî bang li jinên di malê de rûniştîne kir û got: “Bila jin di nava malê de nemînin bila werin xwe fêrî dirûtinê bikin da ku bikarin di aliyê aborî de dahatek baş ji bo xwe peyda bikin. Semînerên ku li vê derê em dibînin jî sûdek baş ji wan heye û di em hînî çareserkirina aliyê derûnî û pirsgirêkên civakê de fêrî gelek tiştan dibin.”