Li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşên dewleta tirk hatin şermezarkirin

Der barê 3 fermandarên jin ên QSD û YPJ’ê û du şervanên ku di 22’ê Tîrmehê de, ji aliyê balafirên bêmirov ên dewleta tirk ve, hatin şehîdxistin, bi pêşengiya Kongra Star û meclisên jinan, li Qamişlo, Kobanê, Minbic û Reqayê daxuyanî hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê, lê pêşiya dergehê navenda xwe ya li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da û her sê fermandar bi bîr anîn. Her wiha bi heman armanc û mijarê, Meclisa Jinan a Saziya Malbatên Şehîdan ango Dayikên Aştiyê jî li Goristana Şehîdan a Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî da.

Daxuyaniya Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ku ji hêla Cîgira Meclisa Jinan a Giştî Zozan Şemo ve hat xwendin wiha  bû:

“Dewleta Tirk a dagirker pêkanîn û sûcên xwe yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî  jinên li vê herêmê didomîne, weke du roj beriya hedefgirtina şehîd Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan. Hedefkirina her sê şehîdan, berdewama hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo rakirina vîna jina azad a ku pêşengiya tekoşîna azadiyê dike  ji holê. Bi taybet piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ku jin di nava têkoşînê de cih girt di nav civakê de. Her sê şehîdan roleke mezin di avakirina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîstin û bingehek bihêz ji bo hêzên ku li herêmê şerê terorê dikin û şûrê DAIŞ’ê ku li ser stûyê gelên Sûriyê daliqandî bilind kirin. Sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne nû ne, qeyda dewleta Tirk bi van sûcan tije ye. Hedefgirtina rêhevala me ya şehîd Hevrîn Xelef ji aliyê çeteyên dagirkeriyê ve, qetilkirina şehîd Barîn Kobanê û girtina şervana jin a di nava Yekîneyên Parastina Jin de Çîçek Kobanî û  gelek sûcên din jî pêk hatine. Ev hemû tawan giraniya xwe didin ser nebaşiyê û armanca wan a eşkere ew e ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bitirsînin û wan neçar bikin ku rola xwe ya pêşeng di şoreşê de berdin. Tevahiya van tawanên ku li dijî hemû qanûnên navdewletî û mafên mirovan in, li ber çavê civaka navdewletî û her du hêzên garantor li herêmê Rûsya û Amerîka têne kirin û bi awayekî xwezayî beşeke mezin ji berpirsyariya xwe li ser milê wan e. ji bo rawestandina van sûcên tirkan û bi berdewamiya van sûcan, her wiha ji ber metirsiyên qirkirinê û binpêkirinên berfireh û hovane yên ji ber gefên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê, em bang li van hêzên navneteweyî dikin ku ambargoya hewayî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz bikin. Di heman demê de em daxwaz dikin ku rawestandina maşîna kuştinê ya Tirkiyê were kirin. Bêguman dewleta tirk metirsiyê li ser çarenivîsa bi milyonan Sûriyê dike û gefa vegerandina tevgera DAIŞê dixwe ji her demê zêdetir. Em van tawanên li dijî jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û em tekez dikin ku ev tawan dê negihêjin armancên xwe yên tirsandina me, her wiha  soz didin ku em ê riya şehîdan heta azadiya jin û civakê temam bikin.”

Her wiha daxuyaniya Meclisa Jin a Saziyên Malbatên Şehîdan ku ji aliyê Endama Meclisa Jinan a Saziyên Malbatên Şehîdan Şêrîn Muhemed ve hat xwendin, wiha bû:

“Ji ber binpêkirina dewleta tirk ji hemû pîvan û zagonên mirovî re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş her ku diçe xirabtir dibe. Ev bê dengiya meclisa ewlekariyê û rêxistinên mirovahiyê û cîhanê ji bilî qebulkirna wan ji van êrîşa re ti wateya wê tune. Êrîşên dewleta tirk ên bêexlaq ku çawa bi belefirên bêmirov wesayetek hedef girt û di encamê de sê Fermandarên QSD û YPJ ên bi navê Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan jiyana xwe ji dest dan. Ev êrîş her dem berdewam in, rojane dijî sivîlên herêmê êrîş ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin tên kirin li ber çavê cîhanê. Bi rastî jî em ji vê bêdengiya cîhanê matmayî dimînin. Em wekî Dayikên Aştiyê van kiryar û êrîşên ser herêmên xwe bi tundî şermezar dikin, li ber çavên me jin û zarok û mêr bi çekên giran tên qetilkirin û her rewş xirabtir dibe. Li ser vî esasî gereke dewletê berpirsyar ku xwe berpirsên doza me dibînin berteka xwe nîşan bidin û di rûyê van terorîstan de bisekinin.”

Daxuyanî bi dirûşma “ Bimre faşîzma dewleta tirk, bijî yekîtiya gelan, bijî QSD” bi dawî bûn.

Kobanê

Dewleta tirk a dagirker her roj gel bi êrîşan ditirsîne û şerê taybet di nav gel de belav dike ji bo ku gel ji pergala ku li ser bingeha neteweya demokratîk hatiye avakirin dûr bixe. Dewleta tirk ne tenê ji bo gelê Kurd êrîş dike ji bo hemû gelan. Mînak komkujiya ku li Bexdayê çêbû mirov dikare bigre dest. An bi balafirê xwe yê bê mirov  ya ku li ser ezmanê Rojava peya nabe. Ku rojê bi dehan jin zarok tê qetikirin. Di nav 10 rojên dawî de Dewleta tirk a faşîst li Maxmûr, Zaxo, Qamişlo, Amûdê, Kobanê erîşan pêk tîne û di encama van erîşan de bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. Herî dawî di 22’ê Tîrmehê li ser riya qamişloyê bi teyareyên bê mirov jinên Kurd şervan û fermandarên me yên hêja di encama bombebarana namerd de gihîştin asta şahadetê û li kobanê du şervanên me jiyana xwe ji dest dan bi teyareyên bê mirov.

Bi dehan ji endamên Kongreya Star a Herêma Firatê li Qada Jina azad bi alên xwe amade bûn daxuyanî dan. Daxuyanî ji koordînasyona Kongreya star, ji aliyê Mizgîn Xelîl ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha bû:

"Şoreş bi pêşengiya jinên Kurd hat destpêkirin"

 "Li Kurdistanê bi dehan sal in di peşengiya jinan de têkoşînek bênavber tê meşandin. Şoreşa Rojava ya deh salên xwe temam kir jî parceyek ji vê têkoşînê ye. Ev şoreş di pêşengiya jinên Kurd de hat destpêkirin, mezin dibe û li hemû cîhanê belav dibe. Di serî de hêzên kurewî û desthilatdar li hember şoreşa jinan bi erîşan bersiv dan û xwestin bi destên DAIŞ’ê şoreşa Kurdistanê asteng bikin û Kurdan qir bikin. Hêzên serdest bi vê riyê xwestin gelê Kurd mehkûmê bindestiyê bikin. Ji bo ku bikarin stratejiya xwe bimeşînin jinên Kurd kirin hedefa yekemîn. Bi sedan jinên Kurd û Ereb hatin hedefgirtin û di bazaran de hatin firotin.

"Serkeftina şoreşa Rojava bi saya YPJ'ê hat mîsogerkirin"

DAIŞ hêza xwe ya bingehîn û piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a faşîst digre. Bi destê dewlata Tirk a faşîst DAIŞ hat mezinkirin. Li hember hovîtiya DAIŞ’ê, yên serî netewandin û bêhempa li ber xwe dan hêzên YPJ û YPG bûn. Di pêşengiya şervanên YPJ’ê de bi hezaran jinên Kurd li hemberî çeteyên DAIŞ’ê serkeftina şoreşa rojava mîsoger kirin. Gelemperî axa Rojavayê Kurdistanê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Piştî ku DAIŞ têk çû li hember serkeftina şoreşa Rojava, dewleta Tirk a faşîst rûyê xwe yê rast nîşan da û topyekûn erîşî şoreşê kir. Dewleta tirk bi hovîtîya xwe li hember gelê Kurd, ji deh qat DAIŞ' ê xirabtir kir. Bi taybetî piştî 2017 dewleta Tirk hovîtiya DAIŞ'ê girt ser milên xwe. Dewleta tirk a faşîst hovîtiya xwe bi riya qanûnên navneteweyî meşrû dike. Yên li hemberî hovîtiya dewleta tirk bêdeng dimînin jî çavên xwe ji vê hovîtiyê re digrin hevkarên vê faşîzmê ne.

"Em wek jinên Kobanê tu carî keda fermandarên jin li erdê nahêlin"

Di nav 10 rojên dawî de Dewleta tirk a faşîst li Maxmûr, Zaxo, Qamişlo, Amûdê, Kobanê erîşên namerdane pêk anî û di encama van erîşan de dehan insanên me hatin qetilkirin. Herî dawî di 22’ê Tîrmehê li ser riya Qamişlo bi teyareyên bê mirov jinên Kurd şervan û fermandarên me yên hêja di encama êrîşên namerd de gihîştin asta şehadetê. Di şexsê qehreman Jiyan Tolhildan Roj Xabûr û Barîn Botan de kedek mezin ji bo şoreşê hatibû dayîn. Em wek jinên Kobanî û tevahî Rojava deyndarê keda wan jinên çeleng in. Ew bi wêrektîya xwe ji bo gelê Rojava bûn mertal û nehiştin destên neyaran bigihîjin axa me ya pîroz. Wek rêheval Berxwedan û Kendal ew jî bûn sembola şoreşa Rojava.

"Bi berxwedaniya jinên Kurd wê faşîzma dewleta tirk têk biçe"  

Em soz didin van şehîdên xwe yên qehreman, em ê tola wan li erdê nehêlin. Em bang li hemû jinên Kurd û tevahî jinan dikin dibêjin werin, em bi pêşengiya jinan, hêza gelê şoreşger bi rêxistin bikin û tola wan qehremanan hilînin heta faşîzma dewleta tirk têk biçe em ê her dem ser piyan bin. Li ser vê esasî wî serkeftin a gelê Kurd û gelê heremê be û faşîzim têk biçe.”

 

Minbic

Di xwepêşandanê de şêniyên Minbicê êrişên dewleta tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê şermezar kirin û bang li civaka navdewletî kirin ku ambargoya hewayî li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê deynin da ku xwîn nerije.

Cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê Nûra El-Hamid wiha got: “Ev du meh in dewleta Tirk êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. û li rojhilatê Sûriyeyê komkujî li gelê me kirin.”

Endama Partiya Sûriye ya Pêşerojê, şaxê Idlibê yê bajarê Minbicê Hala Himigo got, "Em îro êrîşên ku li dijî gelê ku di ewlehiyê de dijîn, tên pêkanîn şermezar dikin.”

Her wiha ji bo rawestandina êrişên  dagirkeriya Tirk, banga ambargoya hewayî ya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Reqa

Li bajarê Reqayê Meclisa Giştî ya bajêr ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêma Kurdistanê mîtîngek girseyî li dar xist.

Beşdarên meşê xwestin dawî li sûcên dagirkeriyê yên li dijî gelên herêmê bê anîn û li ser peyamên veşartî yên ku Tirkiye dixwaze bi van hovîtiyên xwe bigihîne meraq kirin.

Berdevka Meclisa Jinan a Reqa û gundewarê wê Etîmad El-Ehmed  wiha got: “Em îro bi meşekê li dijî gef û êrîşên dewleta Tirk û li dijî komkujiya ku tê kirin derketin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê diyarkirina çarenûsa xwe heye.”