'Koalîsyona Jinan li cem gelê Wanê ye!'

Koolîsyona Jinan di daxuyaniya xwe ya piştgiriyê de ji bo gelê Wanê got: “Em jin baş dizanin çawa xwedî li vîna xwe derkevin û di oxira wê de têkoşîn kirin, tê çi wateyê. Em li cem gelê Wanê ne.”

Navenda Nûçeyan – Bertekên li dijî darbeya siyasî ya li dijî Abdullah Zeydan ê ku ji Partiya DEM’ê weke Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin, bi nedayîna belgeya hilbijartinê didome. Bertekek din jî ji Koalîsyona Jinan a ku ji sedan pêkhateyan pêk tê hat.

Koordînasyona Jinan bi sernavê "Koalîsyona Jinan li cem gelê Wanê ye" daxuyaniyeke nivîskî da û ev tişt anî ziman:

“Em jin baş dizanin ku binpêkirina îradeyê çi wateyê. Di hilbijartinên herêmî de ji nîvî zêdetir welatiyên Wanê dengê xwe dan Abdullah Zeydan ji bo ku bibe Şaredar û bi vî rengî vîna xwe nîşan dan. Nedana mazbata, guhnedana vê îradeyê ye. Partiya desthilatdar hewl da mafê welatîbûna bingehîn a gelê Wanê, mafê dengdanê desteser bike. Ev nîzikatî baş dide nîşandan ku dê di rojên pêşiya me de tola têkçûna çawa nîşan bidin.

Em jin baş dizanin ku xwedîderketina li vîna xwe û di oxira wê de têkoşîn kirin, tê çi wateyê. Em li cem gelê Wanê ne.