Li Panosê ji bo jinan navenda piştgiriyê hat vekirin

Navenda Piştgiriya Jinan a Teşî ji aliyê Şaredariya Panosê ve hat vekirin. Jinan diyar kirin ku ew ê li dijî tundiyê têbikoşin, bi dirûşmeyan vekirina navendê pêk anîn.

Navenda Nûçeyan - Navenda Piştevaniya Jinê ya Teşiyê, ji aliyê Şaredariya Panosê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hat vekirin. Bi dehan jin ji bo vekirinê li ber Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Panosê li hev civiyan û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan" meşiyan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevşaredarên HDP'ê yên jin û endamên meclîsê, rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Hatîce Akdag, endamên Meclîsa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên HDP'ê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tevli bernameya vekirinê bûn.

“Emê li hemu qadên jiyanê bin”

Di vekirinê de Hevşaredarê Patnosê Mûşerref Geçer axivî û diyar kir ku ew ê li hemû qadên jiyanê li dijî desthilatdariya mêr a serdest bin. Mûşerref Geçer, anî ziman ku ew ê dev ji gotina "Hevserokatî xeta me ya xemrî ye" bernedin û got, "Em ê bi vekirina navenda xwe bi perspektîfa jinûve avakirinê û avakirina qadê li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin."

Piştî axftinan bi çepik û dirûşman vekirina saziyê hat kirin.