Begefîlma Nûjiyan li Minbicê hat pêşandan

Belgefîlma Nûjiyan a jiyana rojnameger Nûjiyan Erhan a di 3’ê Adara 2017’an de di encama êrişên PDK’ê yê li ser Şengalê de jiyana xwe jidest dabû vedibêje, li Minbicê hat pêşandan.

Minbic – Belgefîlma Nûjiyan a behsa jiyan û têkoşîna rojnameger Nûjiyan Erhan dike li Minbicê hat temaşekirin.

Parlamentera Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Ebû Qelqel û Tel Huzan Eliya El-Tehan daxwaza parastina mafên rojnamegerên ku dixwazin rastiyan ji raya giştî re radigihînin kir û wiha got: "Şehîd Nûjiyan Erhan ji bo rastiyan nîşan bide berxwedna gelê Şengalê gav bi gav şopand. Min bi rêya fîlmê şehîd Nûjiyan Erhan û hêza wê nas kir."

Derhênera fîlmê Jînda Asmen wiha got: "Em sê jin in ku ji bo ku ev fîlm bi ser bikeve, xebitîn, min derhêneriya wê kir, hevalek rola şehîd Nûjiyan Arhan lîst û ya din jî fîlm kişand. Me di sala 2019’an de dest bi kar kir û di sala 2021’an de qedand û diviyabû di heman salê de were pêşkêşkirin, lê avakirina dîwarê di navbera Şingal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nehişt ku di dema xwe de were pêşkêşkirin. Yekem car li Şengalê hat pêşandan û piştre li bajarê Hesekê cihê şehîdbûna rojnamevan Nûjiyan Erhan. Me film li Şingalê û çend dîmen jî li Mexmûr û Rojava kişand. Ji bo danasîna berxwedana jinan em hewl didin fîlmê di festîvalên navneteweyî de nîşan bidin.