Li Nîjeryayê piraniya wan jin 80 kes hat revandin

Li Nîjeryayê çeteyên çekdar di êrîşên li bakurê rojavayê welat de bi dehan kes qetil kirin û piraniya wan jin 80 kes revandin.

Navenda Nûçeyan – Çeteyên çekdar di 7’ê Mijdarê de gelek êrîş li dijî gund, dibistan û rêyan pêk anîn, li gorî agahiyên rêveber û şêniyên herêmê, li bakurê rojavayê Nîjeryayê piraniya wan jin 80 kes revandin û zêdetirî 10 kesan kuştin. Çeteyên çekdar li eyaleta Zamfara ya Nîjeryayê ji bo fîdyeyê direvînin. Ji ber hilbijartinên serokomariyê bê bawerî bi dewletê zêde dibe.

Li gorî agahiyên ku malbatên kesên li gundê Maso yê navçeya Bokoyomê hatine revandin dane çapemeniyê, piraniya wan jin 50 kes ji aliyê çeteyên çekdar ve hatine revandin. Îsmaîl Jingeri ku hevjîna wî hatiye revandin, got çekdaran bi dehan jin û mêr li gund hatine girtin.

Sarkin Masu, serkirdeyekî herêmî, got ku zêdetirî 50 jinên zewicî û hejmarek nenas ji cotkar hatin revandin.

Malbatên revandiyan ragihandin ku çeteyên çekdar pişt re hin jin berdan, 2 zilam bi tundî hatin derbkirin û rakirin Nexweşxaneya Bokoyomê û herî kêm 27 kes jî revandin.

Çeteyên çekdar di 6’ê Mijdarê de êrîşî gundê Zunai yê eyaleta Gusau kirin û herî kêm 20 kesên ku di zeviyên xwe de dixebitîn revandin, li navçeyên Bongodo û Zormî jî qeymeqam jî di nav de herî kêm 11 kes qetil kirin.