Jinan di konfaransa jîngehê de daxwaza çareseriyê kirin

Di 27’emîn lûtkeya konfaransa jîngehê ku li Misirê hatibû l darxistin, jinan diyar kirin ku qeyrana avhewayê bi sistema mêrsalî û çawisandina jinan ve girêdayî ye.

Navenda Nûçeyan- 27’emîn lûtkeya konfaransa jîngehê li Şerm Şêx ê Misirê di roja 6’ê Mijdarê de dest pê kir û wê heta 18’ê mehê berdewam bike. Di nava van çend rojan de, ji 30 hezar kesên serok û serkirde, nûnerên kompanya û rêxistin û zana û şareza li bajarê Şerm Şêx li ser deryaya sor de kom bûn û li ser pirsa guherîna avhewayê nirxandin kirin û bernameya karê taybet a ji bo çawaniya rûbirûbûna zagonan danyin.

Der barê çareserkirina qeyranên jîngehê de daxwaz ji welatên cîhanê hat kirin

 Di berdewamiya konfaransê de Femînistên Eko dawaza encamdana karê bi lez ji hikumetên cîhanê kirin ku der barê qeyranan Jîngehê de destnîşan kirin ku têgihîştinek baştir der barê qeyrana avhewayê û jîngehê de hebe. Ji nedadperweriya civakê û çewisandina jinan, sîstema mêrsalarî û sermayedar, zeyendperet, pertalkirina xwezayê, kolonyalîzm û emperyalîzm ev e hemû bi qeyrana avhewayê ve girêdayî ne.

Ji bo rûbirûbûna qeyrana jîngehê jinan bi kom piştgirî kirin û ew ê ji bo danîn û bicihkirina, çareseriyê ku ji bo jîngehê û xellkê bi dadperwer kar bikin.