Bi sed hezaran kes li Newroza azadiyê ne

Li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê û navendan pîrozbahiyên Newrozê bi tevlibûna sed hezaran kesan berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan- Pîrozbahiya Cejna Newrozê li gelek navçeyên Bakurê Kurdistanê û navendan bi coşeke mezin berdewam dike. Di serî de herêma Serhedê, li 14 navendan agirê Newrozê hat pêxistin.

 AGIRÎ/PANOS

Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Panosa Agiriyê li rex Navenda Çandê hat lidarxistin. Qada pîrozbahiyê bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Şêniyên navçeyê tevî barîna baran û berfê jî herikîn qadê û govenda Newrozê gerandin. Tevlibûneke xurt a ciwanan hebû. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin û pîrozbahî bi axaftinan domiya.

Namzeda hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Panosê Rojbîn Kartal di pîrozbahiyê de wiha got: “Em neferên têkoşîna Kawayên şoreşger a li dijî Dehaqan in. Em li dijî xiyanetê mîna Rahşanan, mîna Semayan bedena xwe dikin mertal. Bi vê îrade û azweriyê em amade ne ku xizmetê ji gelê xwe re bikin. Em baş bi pirsgirêkên Panosê û çareseriyên wê dizanin.”

Namzedê din ê hevşaredariyê Kerem Kirtay jî wiha got: “Dem dema azadiyê ye. Em bi hev re bimeşin. Gelo hûn amade ne ku em Panosê bi hev re birêve bibin? Em hewl bidin layiqî we bibin.”

Aktîvîsta TJA’yê Helen Işik jî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Ew îradeya me ne. Em neviyên Şêx Seîd in. Em ê tu carî ji têkoşîna xwe paşve gav navêjin.”

 MILAZGIR

Yek ji navnîşana pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Milazgira Mûşê Qada Qesaban bû. Tevî şert û mercên nebaş ên hewayî jî pîrozbahî bi tevlibûna hezaran kesan hat lidarxistin. Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî jî tevli pîrozbahiyê bû. Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de pankartên “Bi rihê Rewşanan Newroz Pîroz be” û “Newroza me bi qudret e” hatin vekirin. Zarok û jin bi cil û bergên Kurdewar ketin qada pîrozbahiyê. Welatiyan heta demeke dirêj govend gerandin û gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.

Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Kemal Ozel di pîrozbahiyê de spasiya gel kir ku tevî hewaya nebaş jî hatine qadê. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Yafes Dînar jî got ku Newroz roja azadî û berxwedanê ye û Newroza her kesê pîroz kir.

Namzeda hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Milazgirê Gulistan Ozel jî wiha got: “Newroz, roja berxwedan û azadiyê ye. Em ê berxwedana xwe ya 31’ê Adarê bi coşa Newrozê mezintir bikin. Bi ruhê Kawayê şoreşger em ê di 31’ê Adarê de tiştên aydê xwe dîsa bistînin. Rojên azad ên ku jin, ciwan û gelê me bijîn nêz in.”

Namzedê din ê hevşaredariyê Ahmet Kenan Turker jî wiha got: “Em di pêvajoyeke dîrokî de Newroza xwe bi coş û kelecaneke mezin pîroz dikin. Bila Newroz bibe wesîleya aştî, azadî û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk.”

 KOP

Newroz li navçeya Kopê ya Mûşê jî bi tevlibûna sedan welatiyan hat pîrozkirin. Pîrozbahî li rex Termînala Kopê hat lidarxistin û qad bi flamayên DEM Partiyê hat xemilandin. Xelkê navçeyê ji saetên zû yên serê sibehê ve berê xwe dan qada Newrozê.

Bi taybetî jî tevlibûneke zêde ya jin û ciwanan hebû, welatiyan li ber stranên Kurdî govend gerandin. Welatiyên li qadê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Dê Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan” berz kirin.

Namzedên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Kopê Aryan Dogan û Arafat Kardagi û parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz jî tevli pîrozbahiyê bûn. Bernameya pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre jî namzeda hevşaredariyê Aryan Dogan bang li gel kir û got: “Me îro li vir careke din dîrok nivîsand. Bêguman ev dîrok nexşeriya aştî û demokrasiyê ye. We îro ragihand ku em ê xwedî li vê nexşeriyê derkevin. Bila her kes baş li vê qadê binêre. Em dibêjin ku dem dema serkeftinê ye em ê kesên ziman, dîrok û çanda me qedexe dikin qebûl nekin û di 31’ê Adarê de bersiva pêwîst bidin. Gelê me bi girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûman xelas nabe. Heta ku gelê me li van qadan be hûn ê nikaribin bi ser bikevin. Hêvîdar im Newroz bibe wesîleya azadiyê.”

‘Îro jî Dehaq hene’

Namzedê heşvaredariyê Arafat Kardagi jî ev tişt anî ziman: “Îro jî Dehaq zarokên Kurdan asîmîle dikin, tune dihesibînin. Lê li dijî wan berxwedasnek heye û dê berxwedana me bi ser bikeve. Li pêşiya me hilbijartinek heye. Ev ne tenê hilbijartina şaredariyê ye. Em qeyûman qebûl nakin û em ê wan bişînin. Ev hilbijartin ji bo hevalên me yên girtî û yên li sirgunê ye.”

 Nirxandinên Abdullah Ocalan hatin xwendin

Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz jî piştre çendek beşên nirxandinên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. Piştre jî Sumeyye Boz ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan di bin tecrîdeke giran de ye û hevdîtin tên astengkirin. Çima? Ji ber ku dizanin gotineke birêz Ocalan dê gelek pirsgirêkên ku vê desthilatdariyê afirandine berevajî bike. Lewma ji dengê wî ditirsin. Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir lê li tevahiya welat belav bû. Her wiha li girtîgehan li dijî tecrîdê greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Dayik jî di Nobeta Edaletê de ne. Peyama wan pir zelal e; daxwaza azadiya birêz Ocalan û bidawîkirina zextên li ser girtiyên siyasî dikin. Em jî li vir careke din dibêjin ku ji birêz Abdullah Ocalan re azadî û dawî li zextên ser girtiyan bînin.”

 Herî dawî jî  Sumeyye Boz anî ziman ku dê di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikevin.

 Hunermend Şehrîbana Kurdî piştre derket ser dikê û pîrozbahî bi gerandina govendê bi dawî bû.

 DIHÊ

Li Qada Kanî Mergî ya li quntara Çiyayê Çiravê yê navçeya Dihêya Sêrtê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” Newroz tê pîrozkirin. Gel, qada ku bi alên rengîn ên Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û bi rengên kesk û sor û zer hatiye xemilandin, berî ku Newroz dest pê bike dagirt.

Gelê Dihê li ber muzîkên hatin lêxistin govend gerand û hê jî diherikin qada Newrozê. Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal dê axaftinekê bike.

BALIKESÎR

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Balikesîrê bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li qada Deve Gureşî ya Taxa Bahçelîevlera navçeya Bûrhaniyeyê, bi tevlibûna parlamenterê partiya xwe yê Antalyayê Sarûhan Olûç Newrozê pîroz kir.

Ji her beşa civakê di saetên serê sibê de gel herikî qada Newrozê ya ku coşeke mezin lê heye. Newroza ku gel bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli bû bi tilîliyên jinan û gerandina govendê dest pê kir. Li qada ku Newroz lê hat pîrozkirin pankarta “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” hat daliqandin.

Li Newroza ku alên DEM Partiyê tên hilgirtin de gel peyam dide ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de bayê DEM’ê dê were.

Newrozê bi axaftina serokwekîlê Koma DEM Partiyê û parlamenterê Antalyayê Sarûhan Olûç berdewam kir.