Jinên ku ji ber ji girtiyan re pere şandin hatibûn girtin, hatin berdan

4 jinên ku ji ber girtiyên di girtîgehê de re pere û name şandin hatibûn girtin, piştî îtîraza pazêran hatin berdan.

Navenda Nûçeyan- Di 27'ê Sibatê de li Îzmîrê 9 kes ji ber sedema şandina name û pereyên ji girtiyan re, bi îdiaya "alîkariya aboriyê dane rêxistinê" hatibûn binçavkirin. Ji 9 kesan 4 jê hatin berdan.

Endama Meclisa Giştî ya Jinên Sosyalîst (SMK) û Berdevka Demê ya Tevgera Karkerên Yekbûyî (BÎH) Meliha Kaya jî di nav de çar kes piştî îtîraza parêzeran hatin berdan.

Jinan, duh êvarê ji Girtîgeha Jinan a Şakran a Alîaga ya Îzmîrê derketin.