KCDP: Di meha Adarê de 25 jin hatin qetilkirin

Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Adarê weşand. Li gorî raporê, di meha Adarê de 25 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir. Li gorî rapora KCDP’ê, di meha Adarê de 25 jin hatin qetilkirin û 21 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

17 jin li malê, 6 jin li kolanê, jinek li cihekî nepenî, jinek jî li kargehê hate qetilkirin.