Li Misirê jinek ji ber li dijî tacîzê derket rastî êrişê hat!

Li Misirê di van demên dawî de ji ber ku têkilî û zewacê red dikin li dijî jinan êrîşên hovane diqewimin. Di nava çend mehan de bûyerên bi vî rengî zêde bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Misirê du ciwanan dema ku xwestin keçek ciwan tacîz bikin, ji ber ku li dijî wan derket, hat kêrkirin. Bi vê bûyerê hejmara kesên bi vî rengî hatin qetilkirin bû çar.

Li bakurê Misirê, li wîlayeta Dakahlia di roja 13’ê Îlonê de du mêrên ciwan li nava kolanê dema ku hewl dan keçeke ciwan tacîz bikin, ji ber li dijî wan derket, bi kêran êrîş kirin, di encamê de bi giranî birîndar bû, rewşa wê jî krîtîk e.

Şahidên bûyerê, gotin ku dema keçik li kolanê dimeşiya, du xortan êrîşê wê kirine, yekî ji wan pê girtiye, yekî jî kêrê li qirika wê daye. Li gorî çavkaniyan rewşa wê giran û ji ber xwîna zêde jiyana wê di xeterê de ye.

Li Misirê berê jî li 3 bajarên cuda bûyerên bi vî rengî qewimîbûn. Jina bi navê Naira, ji aliyê Muhemed Adel ê hempîşeyê wê yê li Zanîngeha Mansûra beşa Hunerê ve ji ber ku têkiliya pê re red kir hat qetilkirin.