Ji bo Sîbel Balaç daxuyanî: Nikare li girtîgehê bimîne!

Buroya Hiquqê ya Gel bal lê kişand ku Sîbel Balaç a di rojiya mirinê de ye daketiye 39 kîloyan û destnîşan kir ku ji ber derfetên heyî Sîbel Balaç nikare li girtîgehê bimîne û divê der barê wê de biryara taloqkirina cezayê bê dayîn.

Navenda Nûçeyan – Li ser binpêkirinên ku li girtîgehên Tirkiyê tê jiyîn her roj yek lê zêde dibe. Sîbel Balaç a li girtîgeha Girtî ya Sîncanê tê girtin bi daxwaza ‘daraza adil’ di 29’ê Kanûna 2021’an de dest bi çalakiya rojiya mirinê kir. Piştî serlêdana taloqkirina cezayê ya parêzer Ceren Yilmaz a di 6’ê Îlonê de pêşkeş kir, Sîbel Balaç di 7’ê îlonê de sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yildirim Beyazit kirin. Piştî ku Sîbel Balaç rakirin nexweşxaneyê heya niha 2 kîloyên din jî wenda kir û daket 39 kîloyan.

Buroya Hiquqê ya Gel der barê Sîbel Balaç a 269 roj din rojiya mirinê didomîne daxuyaniyek nivîskî dan.

“Divê biryara taloqkirina cezayê bê dayîn”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku muwekîla wan Sîbel Balaç ji roja ku rakirine nexweşxaneyê 2 kîlo kêm bûye û niha daketiye 39 kîloyan û wiha hat gotin: “Piştî ku muwekîla me rakirine nexweşxaneyê heya niha gelek tehlîlên wê tên çêkirin. Ji ber van tehlîlan, muwekîlê me pir westiya û kêmbûna kîloya wî bileztir bû. Muwekîlê me di pê û lingên xwe de êş dikêşe û di devê wê de birîn heye. Li gorî agahiyên herî dawî ketine destê me, tehlîl wê roja Çarşemê bi dawî bibe. Eşkere ye ku muwekîlê me bi rewşa xwe ya tenduristiyê ya ku her diçe xirab dibe nikare di girtîgehê de bimîne. Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Dîskapiyê divê di demek herî kurt de rapora xwe eşkere bike, sewqiyata muwekîlê me ji bo Saziya Tipa Edlî bi lez bê kirin û dozgerî biryara taloqkirina cezaya muwekîlê me bide.”