Li Lîbyayê li ser tundiya nava malê civînek ji bo diyalogê hat lidarxistin

Endama Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê Helîma El-Qilal teqez kir ku rola rêxistinên civaka sivîl di bidawîkirina tundiya li dijî jinan de, bi bandor e.

ÎBTÎSAM EXFÊT

Benxazî - Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê rûniştineke diyalogê li ser tundiya nava malê organîze kir, piştî zêdebûna qetilkirina jinan di vê dawiyê de li bajarê Bîngaziyê pêdivî bi vê yekê hat dîtin.

Endama Rêxistina Neteweyî ya Amazonên Lîbyayê Helîma El-Qilal diyar kir ku di rûniştinê de li ser tundiya nava malê hatiye nîqaşkirin, piştî ku di civakê de bûye diyardeyek berbelav û wiha axivî: "Me di warê qanûnî de nîqaş kir, me destpêkê qala pergala qanûnî ya Lîbyayê û xalên ku tê de hene, diyardeya şîdeta nava malê sûcdar dikin û sînordar dikin, kir. Di aliyê din jî me qala nêzîkatiya ewlekarî û her wiha rola qanûndanerên Lîbyayê ji bo pêşîlêgirtina vê diyardeyê kir. Me li ser girîngiya rola karûbarên civakî ji bo rûbirûbûn an kêmkirina diyardeya tundûtûjiya nava malê nîqaş kir. Her wiha rola ofîsa geşepêdana malbatê û tiştên ku ofîs dikare pêşkêş bikeû mekanîzmaya karê wê bi taybetî çi ye û çi astengî hene ku rê li ber karê wê digrin, rola girîng a ragihandinê di pirosesa hişyarkirinê de, nîqaş kir."

“Divê ku rêxistinên civaka sivîl kampanyayên parêzvaniyê li dar bixin”

Helîma El-Qilal da zanîn ku wekî rêxistinek ku di civaka sivîl de ye, ew dikarin çi bi rengekî rast pêşkêş bikin an biguherînin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Çima her dem xemsarî li hemberî pirsgirêkên jinan heye? Çima tundiya li ser jinan zêde dibe? Em rola xwe ya sereke di ronîkirina pirsgirêkên civakê de dilîzin, ji ber ku em ne desthilatdariyek qanûndanîn û ne jî rêveberî ne ku çareseriyan bibînin. Rola rêxistinên civaka sivîl ew e ku kampanyayên parêzvaniyê li dar bixin da ku dengê mexdûran bigihîjînin rayedarên pêwendîdar. Gavên Rêxistinên civaka sîvîl pir sist bûne. Em nikaribûn çalakiyên protestoyî ji bo piştgiriya jinan pêk bînin, weke li welatên din em nikarin derkevin xwepêşandanan, bêguman ev mijar zehmet e. Em hêvî dikin ku di pêşerojê de navendên li ser pirsgirêkên jinan û bi giştî malbatê lêkolîn dikin, hebin."

“Îsbatkirina tundiyê girîng e”

Helîma El-Qilal eşkere kir ku li Lîbyayê sîstema îstatîstîkî tune ye û wiha anî ziman: "Amar û lêkolînên li ser pirsgirêkên jinan bi awayekî zanistî hêsan dikin ku meriv van mijaran bi delîl ragihîne. Ji ber ku em bi gelemperî rastî rexneyan tên dema ku em li ser mijarên tundiya li dijî jinê nîqaş dikin, ji me dixwazin em îsbat bikin. Ji ber ku hejmarên zêdebûna vê diyardeyê di civakê de îsbat bikin tune ne. Lewaziya rêxistinên civaka sivîl di vê demê de encama tunebûna qanûnek e ku karê rêxistinan bi rêkûpêk dike. Saziyên civaka sivîl her çendî hebûna wan di bin tehdîdê de be jî hewl didin xebatên xwe berdewam bikin."