Li Mexribê Wezareta Piştevaniyê hewl dide zewaca di temenê biçûk de bi dawî bike
Wezîra Piştevanî, Yekgirtûya Civakî û Malbatê Ewatşf Heyar piştrast kir ku ew hewl didin zewaca di temenê biçûk de bi dawî bikin.
Mexrib - Wezîra Piştevanî, Yekgirtûya Civakî û Malbatê Ewatif Heyar di civîna çapemeniyê ya li paytext Rabatê hat lidarxistin de diyar kir ku hikûmet ji bo bidawîkirina zewaca di temenê biçûk de dixebite.
"Ji bo kêmkirina vê diyardeyê divê bi aliyê civakî ve girêdayî aliyê qanûnî jî bê destgirtin"
Ewatif Heyar da zanîn ku ji bo kêmkirina vê diyardeya ku bandorên neyînî li ser jiyana zarokan dike divê bi aliyê civakî ve girêdayî aliyê qanûnî jî bê destgirtin û wiha axivî: "Divê ji çend aliyan ve nêzikatî li vê diyardeyê bê kirin nemaze di aliyê civakî û aborî de. Serdozgeriya Komarê di çarçoveya çareserkirina pirsgirêka zewaca di temenê biçûk de hewldanek girîng da, ji ber ku temenê zewaca bi destûr ji bo vê kategoriyê derket 17 sal û nîvan. Her kes li dijî zewaca di temenê biçûk de ye. Tevî ku hejmarek ji malbatan, bi taybetî li gundan, di serî de ji ber sedemên aborî, neçar in keçên xwe di temenê biçûk de bizewicînin. Ji ber vê yekê tevî hemû hewldanên me ev yek dibe sedema belavbûn û berdewamiya diyardeyê."
"Ji bo malbatên zarokên keç ên ku dest ji dibistanê berdane xebatên civakî tên kirin"
Ewatif Heyar got ku hevkariyek heye ku Wezareta Piştevanî, Yekgirtûya Civakî û Malbatê, Wezareta Perwerdeya Neteweyî, Perwerdeya Seretayî û Werzîşê û her wiha Serdozgeriya Komarê digihîjîne hev. Bi mebesta ku zarokê keç ên ku dest ji dibistanan berdane vegerînin û wiha pê de çû: "Xebat li ser piştgiriya civakî ya ji bo malbatên zarokên keç hene, ji bo baştirkirina şert û mercên civakî, bi hêzkirina aborî ya dê û bavan hewldan û xebat tên kirin."