Li Mexribê pirsgirêka newekheviyê di lîsteyên hilbijartinê de
Li gel destpêkirina nîşandana namzedan a ji bo hilbijartinên 23'ê Îlonê, Komeleya Pêşbaziya Wekhevî û Hemwelatîbûnê eşkere kir ku ji 92 navçeyan li 60’an jin di serlîsteyan de nîn in. Komele ji bo misogerkirina wekheviyê bang li partiyên siyasî kir.
Mexrib – Dema ku nîşandana namzedan ji bo hilbijartinên ku ji bo 23'ê Îlonê hatine plankirin, dest pê kir, Komeleya Pêşbaziya Wekhevî û Hemwelatîbûnê, bi hevkariya Çavdêriya Neteweyî ya Parastina li dijî Tundiya Dîjîtal, 40 jinên ku namzediya xwe di serê lîsteyên hilbijartinê yên herêmî de li seranserê 32 navçeyên hilbijartinê yên li welat hatine belavkirin ragihandine, destnîşan kir.
Li gorî daxuyaniyek ku ji aliyê komeleyê ve hat weşandin, ev hejmarên pêşîn ji namzediyên ji hêla 11 partiyên siyasî ve hatine ragihandin di dema yazdemîn a qanûndanînê de di Meclîsa Nûneran de tên temsîlkirin, pêk tên.
Jin tenê ji sê navçeyan li yekê di serlîsteyan de ne
Amar nîşan didin ku jin tenê ji 92 navçeyan li 32 ji wna bi qasî sêyeka navçeyên herêmî, di serlîsteyan de ne lê daneyên ku heta niha hatine weşandin nîşan didin ku li 60 navçeyan jin di serlîsteyan de nîn in.
Komeleya Pêşbaziya ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê bawer dike ku ev nîşane, her çendî ne dawî bin jî ji ber ku serdema namzediyê berdewam dike, hebûna sînorkirî ya jinan di pozîsyonên serokatiyê de li ser lîsteyên hilbijartinê yên herêmî nîşan didin. Newekheviya berdewam di belavkirina namzedên jin de li seranserê herêmê û partiyan jî eşkere dikin.
Kombûna namzedên herêmî
Li ser asta herêmî, namzedên jin ên çavdêrîkirî li deh herêman hatine belavkirin. Lê bi qasî ji sedî 64'ê wan, an jî ji 40 rewşan, 25 ji wan li çar herêman kom bûne. Ev der jî ev in: Casablanca-Settat, Fes-Meknes, Rabat-Salé-Kenitra, û Souss-Massa.
Li gorî komeleyê, ev belavkirin pirsa hevsengiya herêmî di derfetên jinan de ji bo gihîştina pozîsyonên pêşketî di pêşbirka hilbijartinê de derdixe holê. Ji ber ku temsîliyeta siyasî ya jinan ne tenê bi hejmara namzedan ve girêdayî ye, ew bi pozîsyonên ku di nava lîsteyan de ji wan re hatine veqetandin û xwezaya navçeyên ku ew tê de pêşbaziyê dikin ve jî girêdayî ye.
Ji hebûna tenê di lîsteyên hilbijartinê bigre heta pêşbaziya rastîn
Komele bawer dike ku zêdekirina temsîliyeta jinan di parlamentoyê de divê ne tenê bi mekanîzmayên ku ji bo piştgiriya ketina wan a Meclîsa Nûneran hatine çêkirin ve sînordar be. Divê beşdarbûna wan di pêşbaziya hilbijartinê ya rasterast de di nava deverên herêmî de jî berfireh dike.
Komele bang li partiyên siyasî dike ku di dema nîşandana namzedan de serokatiya hejmareke mezintir a lîsteyên herêmî bispêrin jinan. Her wiha pisporiya jinan di nav avahiyên xwe de bikar bînin û belavkirinek hevsengtir a namzedan li herêmê û deverên cuda misoger bikin.
Bila hilbijartin bibin derfetek ji bo beşdariya jinan
Komele daxwaz dike ku hilbijartinên 23'ê Îlona 2026'an bibin derfetek ji bo zêdekirina beşdariya jinan di jiyana siyasî ya Mexribê de. Ji ber ku bidestxistina wekhevî û meriyetê di temsîliyeta siyasî de di heman demê de temînata mafên jinan a serokatiya lîsteyan û pêşbaziya hilbijartinan bi mêran re jî dihewîne.