KJAR: Di dîroka têkoşîna gelê Îranê de ‘Jin Jiyan Azadî’ şoreşek rast e
KJAR’ê got: “Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, di dîroka têkoşînên gelên Îranê de şoreşeke hizrî, fikrî û nûjeniyek rast e. Jinên tekoşer û azadîxwazên Îranê ev çar sal in bê rawestan têdikoşin û ev têkoşîn berdewam e.”
Navenda Nûçeyan – KJAR’ê bi boneya nêzbûna çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 4 sal di ser şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re derbas dibe û wiha hate gotin: “Ev şoreş tevgereke ku ne tenê daxwazeke demkî an bersivek li hember zilmeke rojane ye. Şoreşeke hizrî, fikrî û nûjeniyeke rastîn a di dîroka têkoşînên gelên Îranê de ye. Çar sal xebata berdewam, nîşan da ku ev tevger, berî guherîneke di pergala siyasî de, kûrtirîn guherînê di can û baweriya civakê de pêk aniye. Gava civakek tama azadiya fikrî tam bistîne û giyanê wê bi ruhê rizgariyê xemilî be, tu hêz nikare wê paşve bibe.
Niha bi ketina sala pêncemîn a vê rabûna civakî, em di germahiya şoreşeke jîndar de dijîn ku bi pirrengî û cudahiya çandî û netewî, gaveke venegerandî ber bi pêş ve avêtiye. Jin di navenda vê hevkêşeyê de ye, ne tenê wek zayendekê, wek sembola vejîna rûmeta mirovahî û jiyana azad e. Ev têkoşîn ji serhildaneke demkî derbas bûye û bûye beşeke jêneveger a jiyana rojane û riyên jiyana civakî.”
‘Jinan hewldaneke mezin di rêya têkoşîna li dijî hîcaba neçarî de kirine’
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji destpêka şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ve, Komara Îslamî ya Îranê û hin tevgerên li derveyî welat yên lihev hatî, dest dane hev ku wateya vê tevgera mezin vala û pûç bikin û ev tişt hate gotin: “Rejîma serdest bi belavkirina tundiya sazûmankirî, xizaniya organîzekirî, avakirina torên mafyayî, hewl daye ku hilweşîna exlaqî ya civakê pêk bîne û îradeya jinan bişkîne da ku rê li ber guherîna pergalî bigre. Lê belê jinên ku tama hişyariyê girtine, tu carî paşve nagerin.
Ji aliyekî din ve, jinan hewldaneke mezin di rêya têkoşîna li dijî hicaba neçarî de kirine û karîne di vê rêyê de destkeftinan jî bi dest bixin. Lê hemû armanca şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ rakirina hîcaba ji ser serî nebû, armanc di rastiyê de rakirina hîcaba neçarî ji ser hiş, îrade û hebûna jinan e ku ev têkoşîn hîn jî berdewam e. Komara Îslamî nikare serê vê rastiya ronî veşêre, alîgirtina vê rabûnê li ser milê jinan e ku armanca wan a dawî, qutkirina hemû zincîrên mêrsalarî û pêkanîna jiyaneke azad e.”
‘Hejmara girtina jinan û hikmên darvekirinan zêde dibe’
Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Çar sal çewisandin, pêla berfireh a darvekirin, girtinên komî, komkujî û zêdebûna zirarên pergalî yên wek zewaca zarokan a bi zorê, nikaribû fikra azadiyê hilweşîne. Par, bi destpêkirina şerê di navbera Emerîka, Îsraîl û Îranê de, çav li şerê di navbera dewletan de mabûn, di demekê de ku mezintirîn şer ji aliyê Komara Îslamî ve li dijî civakê û bi taybetî li dijî jinan li hundirê Îranê dihat kirin û ev pêvajo hê jî berdewam e. Hejmara girtina jinan û hikmên darvekirinan zêde dibe, rewşa jinên girtî yên wek; Zeyneb Celaliyan, Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Gulrox Îraî û girtiyên siyasî yên din, roj bi roj fikaran çêdike. Ji aliyê din, di vê demê de gelek jin ji aliyê mêrên malbatê ve hatin kuştin û Komara Îslamî bi çewisandina hundirîn, vê tundiyê zêde kir. Lewma di rewşekê de ku rejîm bi veşartinê daneyan sûcên xwe înkar dike, weşandina daneyan û ragihandina wan ji erkên rêxistinên mafên mirovan e û di vê rêyê de nabe ku tu cînayetek li dijî jinan veşartî bimîne.”
‘Jin nahêlin wateya vê şoreşê bê xirabkirin an bê kêmkirin’
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) di salvegera vê şoreşa dîrokî de, li ser bingeha xeta azadiya jinê, giyaniyeta îdeolojîk û xweser-rêxistinbûna demokratîk, peyama xwe wiha radigihîne: “Jinên tekoşer û azadîxwazên Îranê ev çar sal in bi berxwedan û bêyî rawestan têdikoşin û ev têkoşîn berdewam e. Ev cûre berxwedan û çalakiyên dîrokî û wêrekane bi xwe, mezintirîn serkeftina li hember rejîmeke mêrsalar wek Komara Îslamî ye. Gelek mirovên hêja ji bo gihîştina jiyaneke azad can dane, bîr û bîranîna wan, çiraya rêya vê şoreşê ye. Ew qet nayên jibîrkirin û xwîna wan bingeha civakek azad e. Lewma salvegera vê şoreşê ne dawiya beşekê ye, nûkirina peymaneke qayim e ji bo dewama têkoşîn û pêşketinê.
Demeke ku jinên li Îranê xeta tirsê borandine. Fikra azadiyê ji dayîk bûye û hêza deshilatdariyê nikare wê hilweşîne, ji ber jin nahêlin ku wateya vê şoreşê bê xerakirin an bê kêmkirin; ev têkoşîn heta pêkanîna tevahî azadiyê, dadxwazî û avakirina civakeke demokratîk û wekhev, bi gavên bihêztir berdewam e.”
‘Em bi hev re bi yek dengî, bêjin ‘Jin Jiyan Azadî’
Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin KJAR li ser bingeha perwerde û rêxistinbûna jinan bawer dike ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ ku bi salan e li Kurdistanê tê jiyîn, niha bûye pirnetewî. KJAR’ê got “Ev felsefe gelek jin li dor hev kom kirine, ji bo ku civak û jiyaneke azad biafirînin. Lewma di salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ de, em bi hev re bi yek dengî, bêjin ‘Jin Jiyan Azadî’ û ji bo gihîştina armancên xwe, bi hevre û bi rêxistinbûyîtir tevbigerin. Rêxistina KJAR di van salên borî de, bi berdewamî di vê rêyê de gav avêtiye û ev çalakî wê hê jî berdewam bin. Di vê çarçoveyê de, bernameyên ku bi boneya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ tên pêşkêşkirin, piştî weşandina daxuyaniyê, di rojên pêş de jî wê bên weşandin.
Bijî şoreşa Jin Jiyan Azadî. Bijî yekîtî û têkoşîna rêxistinî ya jinan.”