Li Mexmûrê pîrozbahiyên 4’ê Nîsanê didomin

Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê di pêşengtiya Meclîsa Îştar de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) şahiyek hat lidarxistin û Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Mexmûrê di nav kolanên wargehê de hesp gerandin.

Mexmûr - Bi boneya pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ango roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di pêşengtiya Meclîsa Îştar de li wargeha Mexmûrê şahî hat li dar xistin. Beriya ku şahî were destpêkirin ji aliyê Tevgera Jinên Ciwan û Ciwanên Mexmûrê ve li kolanên wargehê hesp hat gerandin û 4’ê Nîsanê hat pîroz kirin. Ciwanan bi gerandina hesp diyar kirin ku wê teqez serkeftin û azadî ya gelê Kurd be. Herwiha dayîkan bi coşek mezin û tilîliyên xwe hesp pêşwazî kirin û bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ berz kirin.

Pîrozbahî li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Sultan Yildiztan ve hat kirin.

‘Rêbertiya me di dil û mejiyê me de ye’

Sultan Yildiztan di destpêka axaftina xwe de 4’ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em deyndarê Rêbertî ne. Me dixwest wek serkeftina Wanê me li gel Rêbertî 4’ê Nîsanê pîroz kiriba. Lê dijminê me dijminek ku ji mirovatiyê par negirtiye ev 25 salin Rêbertî dîl girtiye. Lê Rêbertiya me di dil û mejiyê me de ye. Îro ger em dikarin jiyan bikin bi saya Rêbertî ye. Wek jin û gelê wargehê em ji vir heta Îmralî silavên xwe dişînin.”

Piştî axaftinê sînevîzyona ku bi boneya 4’ê Nisanê li ser jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû amadekirin hat nîşandan. Piştî sînevîzyonê Koma Şengalî bi coşek mezin stranên xwe pêşkêş kirin û herî dawî Hozan Şemdîn bi stranên xwe gel coşand. Bername bi gerandina govendê bi dawî bû û gel heta siharê dê li Saziya Malbatên Şehîdan bimîne.