Emîne Şenyaşar: Dixwazim girseya li Wanê û dayik li cem min bin

Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê kurê wê Parlamenterê DEM Partî yê Rihayê Ferît Şenyaşar di roja 67’an de li pêşiya Wezareta Dadê didome. Emîne Şenyaşar got: “Dixwazim girseya li Wanê û dayik li cem min bin.”

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 67’an de berdewam kir. Emîne Şenyaşar a bi lawê xwe Ferît Şenyaşar re hat ber Wezareta Dadê, îro jî daxwaza edaletê kir. 

Ferît Şenyaşar ku di nobedê de axivî, da zanîn ku wê Nobeda Edaletê roja cejnê jî bidome û got: "Gelê Wanê çawa li ber xwe da û têkoşiya, em hemû gelê xwe vedixwînin ber Wezareta Dadê jî."  

Emîne Şenyaşarê jî destnîşan kir ku dê lêgerîna wan a ji bo edaletê bidome û got: "Ez dixwazim girseya li Wanê li vir be jî û me bi tenê nehêle. Heya kurê min bê berdan ez ê li vir bim. Ez dixwazim girseya li Wanê û dayik li cem min bin."