Li Mexmûrê cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin.

Mexmûr - Bi boneya pêşwazî kirina cejna Newrozê hersal şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê dikevin nava tevgerê. Îsal jî bi heman şêweyî beriya hefteyekê destbi amedekariyan kirin û şevê din bi coşek mezin cejna Newrozê pîroz kirin. Bi giştî şêniyên wargehê bi cil û bergên Kurdî ji bo pîrozbahiya cejna Newrozê berê xwe dan cihê Navenda Çand û Hûner ya Mexmûrê. Beriya ku şahî were destpêkirin ji bo giyanê cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî pêxistina agirê Newrozê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulllah Ocalan yên derbarê Newrozê de hat guhdar kirin. Piştre li ser girîngiya rojê Hevserokê Meclîsa Gel Ehmed Şehbaz axivî.

‘Newroz li herderê bû têkoşîna li hemberî Dehaqan’

Ehmed Şehbaz di axaftina xwe de ev tişt got: “Em deyndarê wan kes û şehîdên Newrozê ne ku ev roj ji bo me bi wate kirine. Newroz li beramberî desthilatdar, kedxwar û çewisandina mirovatiyê bû çirûsk derket ser çiyayên Kurdistanê û li herderê bû têkoşîna li hemberî Dehaqan. Û şagirtên vê şoreşê bi sê çirûskên agirê bedena xwe û ev roj ji bo me nû kirin. Wek Mazlûm Doxan, Rewşen û Zekiyeyan.”

Piştî axaftinê hunermend Feyzî Kiliç derket ser dikê, piştî wê koma govendê ya Peymangeha Şehîd Kerîm Kato derket ser dikê. Herî dawî jî hunermend Hozan Welat û Hozan Şemdîn derketin ser dikê û gel bi stranên xwe coşandin. Herwiha di navberê de li peyamên Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel û Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan ku wek mêvan beşdarî pîrozbahiyê bûne hat guhdarî kirin.