Emîne Şenyaşar: Haya hemû cîhanê ji me heye

Emîne Şenyaşar a li ber Wezareta Dadê nobeda xwe dewam dike, bal kişand ser pêkanînên derhiqûqî yên dadgehê û xwest kurê wê bê berdan.

Enqere – Parastvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrîşî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrîşê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatibûn qetikirin. Emîne Şenyaşar û kurê wê parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku ji êrîşê bi birîndarî xelas bûbû, Nobeta Edaletê veguhestibûn pêşiya Wezareta Dadê. Nobet, di roja 54’yan de berdewam kir. 

Emîne Şenyaşar a ku bi pankarta "Edalet" hat ber Wezaretê, bertek nîşanî berdewamkirina girtina kurê xwe Fadil Şenyaşar da û destnîşan kir ku heta kurê wê bê berdan ew ê çalakiya xwe bidomînin û ji hemû dayikan xwest ku piştgiriyê bidin wê.

Emîne Şenyaşar diyar kir ku ew ji bo dadgehê çû Meletiyê û got, “Tiştekî bi navê dadgehê nîne, di her danişînê de dadger û dozgerek cuda tînin. Di her danişînê de dadgeheke cuda pêk tînin. Kurê min di girtîgehê de ye kesên ku sûc kirine li derve digerin. Heta kurê min bê berdan ez ê li vir bim. Bila nebêjin em tenê li vir rûdinên, hemû cîhan bi me dizane."  Şenyaşar bertek nîşanî tinekirina delîlên li nexweşxaneyê da û wiha domand: “Ez fitara xwe ya roja 5’an li vir vedikim. Ez dixwazim hemû dayik werin alîkariya min bikin û me bi tenê nehêlin.”

Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarpiştî fiatara xwe vekirin vegeriyan Meclîsê.