Li Mexmûrê berxwedan didome: Serkeftin a me ye

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî ya eniyên berxwedan û têkoşînê berxwedan berdewam dike. Jinên di refên pêş a berxwedanê de cih digrin dibêjin, “Serkeftin û berxwedan ya me ye.”

BERJÎN KARA

Mexmur- Artêşa Iraqê di 20’ê Gulanê de bi dehan wesayîtên zirxî, çek, polîs, hêzên taybet, bend û têlên ji bo dorpêçê, hewl dan derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li dijî hewldana artêşa Iraqê ya ji bo têlkirina derdora wargeha penaberan a Şehît Rustem Cudî ya Mexmurê, berxwedana gelê wargehê di roja 5’emîn de bênavber berdewam dike.

Berxwedan bûye navê din a wargeha Mexmûrê

Wargeha Mexmur ya ku ev qasî 30 sal in hemu jiyana xwe di nav berxwedanê de derbaz kirine, tu caran li beramberî zilm û zordariyê serî ne tewandine. Bi wateyek din ‘Berxwedan’ buye navê din yê wargeha Mexmur. Di nav wê berxwedana dîrokî de jî jinên wargehê bi berxwedana xwe navê xwe li ser rupelên dîrokê bi hibra ji berxwedan û şoreşê dagirtî nivîsand. Di her şert û mercên ku têre derbazbune de tu caran hêvî û xwasteka xwe ya azadiyê winda ne kirine.

Berxwedan û têkoşîna şêniyên wargeha Mexmûrê buye mînak ji hemu cîhanê re, di her şert û mercan de dev ji hev bernedane û bi hêzek hîn mezintir destê hevdu girtine. Ji êşên ku jiyan kirine hêz digrin û bi hêrsek hîn mezintir li beramberî hemu desthilatdarî û dagirkeriyê bi biryardariyek mezin helwesta xwe nîşa kirine. Di nava şer û têkoşînê de hem êşa xwe kişandine hem jî keyfxweşiya xwe jiyan kirine. Ji lêvên xwe yên ku di nava têkoşîna 30 salan de zuha buyî qet ken kêm nekirine. Dem hatiye hêsir jî rijandine, dem hatiye govend jî girtine, bi dengên xwe yên xweş hem stran gotine hem jî li beramberî dagirkeriyê bi hêrs berxwedana xwe qîr kirine.

’30 sal in me ji hikumeta Iraqê qencî nedîtiye’

Xerîç Şen ya ku ji roja destpêkê de di refên pêş yên vê berxwedanê de cih digre wiha got: “Rastî jî bê mafiyek pir mezin e li me tê kirin ango ne ji rêzê ye. Ev 25 sal in em li van cihan in. Me ji hikumeta Iraqê ne nexweşî, ne jî xweşî dîtiye, ne qencî, ne jî xirabî dîtiye. Lê ewqas sal in em li virin me ji kesê qencî ne dîtiye, niha hatine wê derdora me têl bikin, dê sîm bikin. Ev yek ne hêsane, tiştek di vir de heye. Heta ku em li vir bin emê berxwedanê bikin, emê li ser lingan bin em rê nadin ku ew nêzî me bibin, tu zext û îşkenceyan li me bikin. Heta ku em li vir bin, em li ser lingan bin emê xwe bigrin. Çend roj ji me bê xwestin heta ku ew li vir bin emê jî li vir bin. Ka çi ji destê me tê em ê bikin, em qebûl nakin.”

‘Em dest ji vê dozê bernadin’

Xerîç Şen diyar kir ku ne hikumeta Iraqê ne jî kesek din ji wargeha Mexmur tu tengavî ne dîtine lê dîsa jî êrişî wargehê dikin: “Ev dijmine li ser serê me, mirovên ne baş, bi gotina yek din dikin, bi ya Erdoxan dikin. Ger niha sûcek an jî sebebek ya me hebe bila bibêje ev sûc, ev sebeb, ev nexweşiyê me ji we ditiye, ev tengavî me ji we ditiye ji bo wê em vê îşkence û nexweşiyê li ser we pêk tînin. Divê ew jî hinek bi rehm nêzî me bibe, bila bibêje evqas mirov li van cihane, vê tozê, vê nexweşiyê, vê ambargoyê dibê ew jî hinek rehm bibin dilê xwe û bes ev yek li ser me pêk bîne. Heta ku ji me bê em ê jî runin van deran, bila ew li wir bin emê jî li vir bin. Heta ku çareseriyek nekeve vî karî em dest ji vê dozê bernadin.”

‘Serkeftin û berxwedan ya me ye’

Eyşê Arzu jî da zanîn ku ew tu caran li beramberî hikumeta Iraqê serî natewînin û got: “Helwesta me ew e heta çareseriyek ji mere çênebe em ê li berxwe bidin. Dibêjin emê derdora we têl bikin, kule danin em qebûl nakin. Ewqas salin em li vê derê me çi tengî û bê mafî gihandiye hêzên Iraqê. Me tu nexweşî ne danê, me tu zorî û zehmetî ne dane wan, divê ew jî bi wî çavî li me binêrin ew jî wê tengiyê nede me û vê yekê li ser me pêkneyne. Erdoxan dibêje derdora wan têl bike, ew jî divê bi gotina Erdoxan neke. Bila bibêje Erdoxan ev jî gel e, ev jî mirov in, zarok in, jin in. Heta ku em bikaribin em ê li berxwe bidin, serkeftin û berxwedan ya me ye.”