Li Mêrdîn û Şirnexê serdegirtina malan: 12 kes hatin binçavkirin

Di encama serdegirtinên malan ên di saetên sibehê de ji aliyê polîsan ve li Mêrdîn, Manîsa û Şirnexê hat pêkanîn de 12 kes hatin binaçvkirin.

Navenda Nûçeyan – Di encama serdegirtinên malan ên li Taxa Saraçoglû ya Artukluyê de ji heman malê xwişk û birayên hev Ramazan, Agît û Heja Kalkan û xwişkên Hîvîdar û Berîvan Taş binçav kirin. Her wiha Firat Akar û Rojhat Altaş jî li navçeya Artukluyê hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwan, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya derheqê kongreya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku kesên binçavkirî dê derbasî Amedê bên kirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de li Kerboranê di serdegirtina malan de Merve Oguz û kesekî navê wê/wî nehat zanîn hate binçavkirin.

Duh jî di çarçoveya lêpirsîneke cuda de li Mêrdînê 17 kes hatibûn binçavkirin û îfadeyên wan ên li cendirmeyan didome.

Li Hezexê 3 kes hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li navçeya Hezex a Şirnexê de jî welatiyên bi navên Civan Karavîş, Umît Geçgel û Yûsûf Kargol hatin binçavkirin. Hat zanîn ku ciwanên binçavkirî birin midûriyeta emniyetê û sedema binçavkirina wan nehat zanîn. Hat diyar kirin ku dibe hejmara binçavkiriyên li seranserî bajar zêdetir bibin.