Ji hunermendan kampanya: Sindoqan hembêz bike

Hunermendan, ji bo tûra duyemîn a hilbijartinên Serokomariyê ku di 28'ê Gulanê de bê lidarxistin, ji welatiyan re banga xwedîderketina dengên kir.

Navenda Nûçeyan - Hunermendên ku di nav wan de navên wek Vahide Perçin, Ece Uslu, Haluk Bilginer, Mehmet Gunsur, Sinan Tuzcu jî cih digre, kampanyaya "Sindoqan hembêz bike" dan destpêkirin. Hunermendan bi vîdeoyên ku kişandine re ji welatiyan xwestin ku di tûra duyemîn a hilbijartinên serokomariyê de xwedî li dengên xwe derbikevin.

Di vîdeoyan bal kişand ser ewlehiya sindoqan û wiha hate gotin: “Ez di 28’ê Gulanê de ji bo heq, hiqûq û edaletê, dengê xwe didim û sindoqa xwe hembêz dikim. Ji bo we ya girîng çi be, deng bidin û sindoqa xwe hembêz bikin. Ji bo demokrasî, edalet, azadî û siberoja xwe di 28’ê Gulanê de sindoqan hembêz bikin.”