Li Meksîkayê kuştinên jinan zêde dibe

Jinan li Meksîkayê bi pûşiyên reş cînayetên jinan yên ku roj bi roj zêde dibe şermezar dikin.

Navenda Nûçeyan- Li Meksîkayê, li gorî daneyên ku ji hêla Wezareta Parastina Neteweyî ya Meksîkayê ve hat weşandin, di sala 2021’an de li welat hêjmara giştiya cînayetên tên jiyîn kêm bûye lê kuştinên jinan zedê bûye.

Hejmara kuştinên jinan ên ku par li welat hatin pêkanîn, li welat di nava salekê de wek hejmara herî zêde ya cînayetên jinan hat tomarkirin. Li gorî daneyên dawîn cînayetên jinan di sala 2021’an de li gorî sala borî ji sedî 2,7 zêde bû û gihîşt hezar û 4’an. Tebaxa sala borî bi 111 cînayetên jinan re bû meha ku herî zêde ev sûc hat jiyîn, li welat di meha Gulanê ya ku Roja Dayikan hat pîrozkirin de 108, di meha Adarê ku roja jinan hat pîrozkirin de jî 100 cînayetên jinan hat pêkanîn.

Li Meksîkayê di sala 2019’a de bi giştî 973 bûyerên cînayetên jinan hatin tomarkirin, di sala 2020’an ya sala yekem a şewba gerdûnî de jî ev hejmar gihişt 978. Di sala 2021'an de jî gihîşt hezar û 4'an û du qadê hejmara 427 cînayetên jinan ku di sala 20165’an de hatin tomarkirin derbas kir.

Serokê dewletê xwe parast

Serokdewletê Meksîkayê Andres Manuel Lopez Obrador, di daxuyaniya xwe Adara borî de, qebûl kiribû ku li welat di salên dawî de hejmara kuştina jinan zêde bûye, lê îdia kir ku sedema vê yekê ew e ku di dema rêveberiya wî de cînayetên jinan ji hev cuda hatine dabeşkirin.

Li dijî kuştina jinan, jin di çalakiyan de ne

Jinên ku ji bajaran cudayên Meksîkayê li hev civiyan, şermezarkirina cînayetên jinan didominîn. Jinên li paytext Meksîko Cityê li hev civiyan, bi pûşiyên reş li dijî cînayetên jinan çalakî lidarxistin. Jinan meha borî li Meksîko û li duyemîn bajarê herî mezin Monterrey re daketin qadan û bi bertêk nîşanda li dijî tundiyê, banga edaletê li rayedaran kiribûn.