Akademîsyenên welatên Ereb li ser avakirina malên li Efrînê hişyarî kirin
Akademîsyenên ku beşdarî semînera bi riya dîjîtal bûn, destnîşan kirin ku tu pêngaveke dîplomatîk a ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya Tirk nîn e û teqez kirin ku tişta Tirkiye dike projeya şerê navxweyî yê mayînde li Sûriyeyê ye.

CAROLINE BAZZI
Beyrûd- Akademiya Siyaset û Ramana Demokratîk û Rêxistina Pêşketinê di bin sernavê "Pîvanên avakirina malan li Efrînê yên siyasî, qanûnî û demografî" de bi riya sepana Zoom sempozyûmeke dîjîtal li dar xist û tê de çendîn xalên girîng ên têkildarî şerê li Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
"Tirkiye hêza xwe ji qelsiya kesên din digire"
Rêvebera Navenda Ereb a Lêkolînan a li Misirê Dîna Mohsen amaje bi wê yekê kir ku nakokiyên siyasî di nav Kurdan bi xwe hene, ji ber ku ev cudahî rê nade partî bingehek ava bikin, bi riya wê dest bi pêşxistina çarçoveyek giştî ya rêveberiyê dike.
Dîna Mohsen bal kişand ku mijûlbûna niha ya Rûsyayê bi krîza Ukraynayê re bûye sedem ku Tirkiye bi riya projeya veguhestina milyonek penaberên Sûriyeyê ber bi Efrînê, li bakur û rojhilatê Sûriyeyê. Zêdetir li Sûriyeyê berfireh bibe û got ku rejîma tirk ne bi hêz e lê hêza xwe ji lawaziya yên din girtiye.
"Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê şerekî navxweyî yê mayînde gur bike"
Çalakvana siyasî û lêkolînera Sûriyeyê Giyath Naisa, diyar kir ku Tirkiye bi dagirkirina herêmên berfireh ên axa Sûriyeyê bi sînor namîne, di heman demê de hewl dide bi dagirkeriyê cewherê xelkê û xwezaya siyasî ya van erdan biguherîne. Tirkiye herêmên ku dagir kiriye bi sîstema tenduristiyê ya Tirkiyeyê, aboriya Tirkiyeyê û rêveberiya rasterast bi waliyê Tirkiyeyê yên wan herêman Hatay, Dîlok û yên din ve girê dide.
Di berdewamiya axaftina xwe de Giyath Naisa got: "Herêma Efrînê, ne tenê Efrîn e, 366 gund û gundikên wê hene. Efrîn bûbû penageha nîv milyon Sûriyeyiyên ji gelek mezheb, etnîk û olanên cuda. Efrîn modeleke bedew bû li Sûriyeyê. Di sala 2018'an de, dagirkeriya Tirkiyeyê bi êrîşan bû sedema koçberkirina nîvê gelê Kurd. Her wiha hin tedbîr hene ku rê li ber vegera kesên dixwazin vegerin digre. Di heman demê de prosedurên derxistina gelek malbatên li Efrînê hene ku li şûna wan kesên din niştecih bikin bi armanca rêgirtina li vegera wan û guhertina nasnameya çandî, dîrokî û demografiya bajêr. Tişta ku Tirkiye li vê herêmê li Efrînê dike, projeya şerê navxweyî yê mayînde li Sûriyeyê ye.
“Tirkiye ji nakokiyan sûdê digre”
Rojnamevan û lêkolînerê Kuweytî ya karûbarên siyasî yên Kendavê, Husên Ebdulrehman jî bal kişand ser koçberiyê û xweavêtina sînoran. Ebdulrehman gelê Sûriyeyî ji parçebûna welatê xwe û belavbûna opozîsyona Sûriyê berpirsyar dît û da zanîn ku ev yek bûye sedem ku Tirkiye hinek ji axa Sûriyeyê dagir bike. Her wiha got ku Tirkiyeyê ji nakokiyan sûd girtiye û bi vê yekê axa Sûriyeyê dagir kiriye.
"Bicihkirina biyaniyan li Efrînê"
Rêveberê Saziya Kurd Bêsînor Kadar Bêrî jî li ser vê yekê nerazîbûn nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku Tirkiye bi riya komên terorîst gelek bajar û navçeyên Kurdan dagir kiriye ji ber ku armanca Tirkiyeyê rasterast dagirkirina hin deverên diyarkirî yên Sûriyeyê ye û wiha domand: "Tirkiyeyê gelek planan da pêşiya xwe û hemû şert û mercên heyî hişt ku Tirkiye vê herêmê dagir bike û wekî erdnîgariya xwe bi kar bîne. Çi li Rojava, çi li Rojhilat, ji ber ku wê hemû belgeyên ku di destên wê de bûn, ji bo têkbirina xewna jiyana azad û bi rûmet a gelê Sûriyeyê, bi taybetî jî ya Kurdan, bi kar anî. Armanca Tirkiyeyê ne tenê li Sûriyeyê, li Bakurê Kurdistanê yan jî li herêma Kurdistanê tunekirina gelê Kurd e, ev siyaseta Tirkiyeyê ye, dagirkirin û dorpêçkirina xakan ji bo ku tugayeke nû ya Îskenderûnê çêbibe ye.”
“Koçberkirina bi darê zorê sûcekî dermirovî ye”
Ji aliyê din ve çalakvanê siyasî, lêkolîner û pisporê karûbarên Afrîqayê Ramî Zuhdî koçkirina bi darê zorê sûcekî li dijî mirovahiyê nirxand û amaje bi wê yekê jî kir ku Tirkiye hewl dide rewşeke aborî ya baştir bi dest bixe bi riya dagirkirina şiyan û dewlemendiyên gelan û da zanîn ku niştecihbûn bi serê xwe ne armanc e amûrek ji bo bidestxistina armancên aborî ye
"Tunekirina nasnameya Kurdan"
Mamostayê dîroka nûjen Dr Mehmûd Zeyda bal kişand ser projeya "Reforma Rojhilatê Anadoluyê" ku ji aliyê çend akademîsyenên tirk ve bi armanca tirkkirina herêmên Kurdan û jinavbirina nasnameya kurdî hatiye amadekirin û wiha got: "Destpêkê tunekirina nasnameya Kurd di nav sînorên siyasî yên Tirkiyeyê de û piştre jî li derveyî sînorên siyasî yên Tirkiyeyê. Tirkiye xwedî pîvanên siyasî û aborî ye ku bi avakirina van wargehan armanca xwe tunekirina nasnameya neteweyî ya gelê Kurd e.”
"Tirkiyeyê ji tunebûna Ereban sûd girt"
Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso jî li ser rola Ereban û hevgirtina bi gelê Efrînê re axivî û diyar kir ku komeleyên Ereb hene ku niştecihbûnê li Efrînê fînanse dikin.
Xerîb Hiso di destpêkê de behsa tiştên ku Husên Ebdulrehman got kir, nakokiyên Sûriyeyê yên bi gel û hêzên Sûriyeyê re û teqez kir ku pirsgirêka sereke nakokiyên di navbera Ereban de ne û ev yek bandorê li ser rewşa Sûriyeyê bi tevahî dike. Her wiha behsa nebûna rola Ereban li Sûriyeyê valahiya ku Tirkan îstîsmar kiriye kir û bal kişand ku hin welatên Ereb tevger û dagirkeriya Tirkiyeyê bi hinceta ku Tirkiye ji ewlehiya xwe ya neteweyî ditirse rewa dikin û wiha got: "Ma mafê Kurdan ê parastinê tune ye? Çima hinek Ereb bicihkirina Îsraîliyan li ser axa Filistînê red dikin û piştgiriya dagirkirina Efrînê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve dikin? Pêwîst e hêzên Ereb helwestên xwe li hemberî siyasetên Tirkiyeyê yên li herêmê zelal bikin.”