Li Meclîsê ji bo Fîgen Yuksekdag lêvegerandina "nêrîna şexsî"

Serokatiya Meclîsê pêşniyaznameya ku tê de “Çima biryara binpêkirinê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê Hevseroka Giştî ya Berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de nehat bicihanîn” hat pirsîn bi hinceta “nêrîna şexsî” vegerand.

Navenda Nûçeyan- Pêşnûmeya Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş a der barê nepêkanîna biryara binpêkirina Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ya der barê Hevseroka Giştî ya berê Fîgen Yuksekdag de dabû, hat lêvegerandin.

Ji hinceta vegerandina pêşnûmeya ku bi daxwaza Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag bibersivîne, ji Serokatiya Meclîsê re hatiye pêşkêşkirin, xalên  96 û 97'an ên Rêziknameya Hundir hincet hat nîşandan. Di pêşnûmeya ku bi îmzeya Serokê Meclîsê Mustafa Şentop hat vegerandin, hincetên weke “nêrîna şexsî” û “kirina îstîşareyê” hatin rêz kirin. 

Di pêşnûmeyê de ev pirs weke sedema lêvegerandina hatin nîşandan: “Çima heta niha bi biryarên DMME û Daîreya Mezin ên derheqê Demîrtaş de nehatiye kirin? Gelo ma ev tercîh nayê wateya binpêkirina xala 18’emîn a DMMS’ê? Tevî biryarên DMME û AYM’ê jî çima hiqûq pêk nayê û mafên hilbijartinê yên parlamenter û welatiyan tê binpêkirin? Gelo ma AYM ne dadgeha bilind e? Çima bi biryarên AYM’ê yên bi kêrî desthilatdariyê tên tê kirin lê bi yên din nayê kirin? Gelo hûn dê derheqê sepanên ku ewlehiya hiqûqê ji holê radikin de xebateke berfireh bidin destpêkirin an na? Gelo hûn dê ji bo serbixwebûna darazê xebatan bimeşînin an na?”