Di meha Tîrmehê de 31 jin hatin qetilkirin

Li gorî nûçeyên li ser çapameni û medyayên dijîtal tên parvekirin, li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê mêran di meha Tîrmehê de herî kêm 31 jin û 4 zarok qetilkirine.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê girêdayî polîtîkayên şer, talan û qirkirinê ya li ser civakê tê meşandin, kuştin û qirkirina ku li ser jinan tê ferzkirin jî her ku diçe zêdetir dibe. Li gorî daneyên ajansa jinan a Jinnewsê tenê ji nûçeyên li ser çapemiyê yên li Tirkiye û bajarên herêmê berhev kiriye, di meha tîrmehê de 31 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. 12 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên tundiyê di meha Hezîranê de 31 jin hatin qetilkirin.

Di meha tîrmehê de yek ji mijarên ku herî zêde li ser hat axaftin biryara Peymana Stenbolê ya 10’êmîn Odeya Şûraya Dewletê bû. Biryar ji aliyê jinan ve  rastî bertêkan hat. Jin ji aliyê xizmên xwe yên herî nêz ve hatin qetilkirin. Li gorî vê yekê ji 31 jinên hatine qetilkirin 8 jin zewicî ne, 7 ji aliyê mêrên pê re di asta hevdanê de bûn, 4 jin ji aliyê mêrên nas dikirin, 3 jin hatine berdan, 2 jin hatine berdan, 2 jin bira, 2 xizmên jinan, 1 kurê jinekê, 1 jin ji aliyê cîranê xwe ve hat qetilkirin. Dema ku heta niha nehat diyarkirin ku jinek ji aliyê kê ve hatiye qetilkirin, yek ji jinên hatine qetilkirin 2 meh û nîv ducanî bû.

 

Mirinên jinan ên bi guman

Di meha tîrmehê de 13 jin ji aliyê merên ku xizmên wanyên herî nêz ve hatin xwestin bên qetilkirin. 12 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Songul G. a ku bi guman jiyana xwe ji dest da 8 mehî ducanî bû. Herî zêde cînayetên jinan li Stenbolê pêk hat jiyîn.

Li aliyê din vê mehê mêran 4 zarok qetilkirin. Dema di meha tîrmehê de 5 zarok bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan, 3 zarok jî hat xwestin bên qetilkirin. Dîsa 8 zarok rastî tacîza zayendî hatin.

Jinan xweparastina xwe bikar anîn

Jinan xweparastina xwe bikar anîn. Di meha tîrmehê de 3 jinan li dijî mêran xweparastina xwe bikar anîn. Bi taybet tevî berevajîkirina çapemeniyê Fatma S. li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, diyar kir ku ew Ferhat Demîr ê ku tecawiz û şantaj li wê kiriye bikar anîna xwe parastina xwe kuştiye.